Şêx Evdirehmanê Axtepî

Dîwana Rûhî author
Author
8.0/10
2 People
11
Reads
12
Likes
2,509
Views

About

Abdurrahman Aktepe Kürt alim, astronom ve yazar. Şeyh Abdurrahman Aktepe Diyarbakır'lı alim Şeyh Hasan-i Nuranî'nin oğlu'dur, Dini eğitimini önce babasın yanında aldı daha sonra Irak'a gidip eğitimine devam etti. Evdirehmanê Axtepî (z. 1850 Çinar – m. 1905) nivîskar, astronom û alimekî Kurd yê sedsala 19’an e ku piraniya berhemên xwe bi zimanê kurdî nivîsandîye. Li gor beyana di pêşgotina pirtûka wî ya Rewdneîmê de, sal 1850 li gundê Axtepe di şeva êvara înê de, roja 30ê meha Rebî’ulewelê ji diya xwe re çêbûye û di sal 1905, pêncê Sibatê, yan 29ê Adarê jî, li Amedê çûye ber dilovaniya Xwedê.[1] Kitêbeke wî heye bi navê Rewzel Neîm ku ji aliyê Zeynelabidin Zinar ve hatiye tipguhaztin. Tê de qala wesfên Mihemed pêxember û mîraca wî kiriye. Kitêb mênzûm e, û 360 rûpel in. Kitêb di sala 1302ê hicrî de hatiye nivîsandin. Evdirehman teqlîdî Ehmedê Xanî kiriye û di şihirekê de qala kurmancî û kurmancan kiriye. Kurdîzan Aleksandr Jaba jî di kitêba xwe de qala wan dike û welê dixuye ko ev tişt jî jê re ewî melayê kurdmanc bi devkî gotine û Jaba ew bi zimanê fransî nivîsandine. Jiyan Biguherîne Şêx Evdirehman despêka xwendina xwe, pêşî di xwendegeha bavê xwe de li gundê Axtepe û li nik bavê xwe kiriye. Piştre çûye li Başûrê Kurdistanê di hin xwendegehan de xwendiye, heta ku xwendina xwe kuta kiriye. Piştî wefata bavê wî, ew bi şûnde hatiye Axtepeyê û li şûna li Xwendegeha bavê xwe dersdarî kiriye. Heta ku birayê wî Şêx Mihemed Can li Şamê xwendina xwe kuta kiriye û bi şênde vegeriyaye hatiye Axtepeyê. Îcar piştre Şêx Evdirihmên dersdanê spartiye birayê xwe û wî jî xwe daye ser nivîsandina pirtûkan, heta dawiya jiyana xwe, li wî karê pîroz domadiye. Wefata wî jî Romî 16’ê Adarê 1326 e. Ev tarîxa bi Mîladî dibe 29’ê adarê 1910. Dema ku Şêxê bi navûdeng wefa kiriye, gelê Kurdê wefadar çardara wî li ser dest û milên xwe ji Amedê hilgirtiye û birine gundê Axtepeyê, wî li kêleka bavê wî Şêx Hesenê Nûranî veşartine. Berhemên Evdirehmanê Axtepî Biguherîne 1) Rewdneîm Ev pirtûka bi navé Rewdneîm ya herî mezin e û xwerû bi zaravayê kurmancî ye. Tev rîwayetên kevnare ne ku bi helbestkî li ser jiyana Mihemed Pêxember gotiye. Xasma tê de rewşa çûn û hatina Mihemed Pêxember a Mî’racê beyan dike. Lê belê di nava wan helbestên olî de, Şêxê me hin car qelema xwe kiriye şûr û pê êrîş biriye ser Tirk û Ereb û Farisan jî. Ew nusxeya orîjînal a Rewdneîmê ku Şêx Evdirehmanê Axtepî bi destên xwe nivîsiye, kaxezên wê ji rengê kesk û sor û zer e. Nivîskarê vê pirtûkê, ew di 1965-66an de li ba Evdirehmanê nebiyê wi dîtiye. Şêx Evdirehmanê Axtepî, çewa ku wî bi xwe di helbestekê de beyan kiriye, pirtûka xwe ya Rewdneîm di sala 1302yên (1884) Hicrî de nivîsîye. Tê de 4.531 malik hene. 2) Dîwana Rûhî Ev pirtûka Şêx Evdirehmanê Axtepî, bi navê Dîwana Rûhî hatiye naskirin. Çewa ku li pêş jî hatiye gotin, Rûhî bernavkê yan nasnavê Şêxê nemir e ku wî di helbestan de ji bo xwe bi kar aniye. Dîwan di sala 1293ê Hicrî (1876) de hatiye nivîsandin. Bi tevayî 28 beş in û 471 malik in, tev bi kêş û qafiye ne û kiteyên wan bi jmar in. Her beşek li ser jmareke kifş bi kiteyan dikişe û hin malikên pêncok jî tê de hene. Ev pirtûk jî, cara pêşî, di yazdehê Gulana 1980yî de bi destê Mele Zeynulabidînê Amedî, her dîsa bi elîfbêtina erebî hatiye çapkirin. Piştre, Zeynelabidin Zinar jî ew di sala 1988an de, ji tîpên Erebî veguhaztiye tîpên Latênî û di eyni salê de jî, weşanxaneya ”Jîna Nû” di meha Êlûnê de li Swêdê, bajarê Uppsalayê çap kiriye. 3) Kitabu Keşfîz’zelam Ev pirtûk xwerûbi zimanê Erebî ye û li ser fikra baweriyên cuda yên di ola Îslamê de hatiye nivîsandin. Pirtûk 35 rûpel e. Lê heta niha jî çap nebûye 4) Kîtab ul-Ebrîz Şêx Evdirehman Axtepî, vê pirtûkê jî bi zimanê Erebî nivîsîye. Li ser eyişandin û îsbata Quranê ye ku pirtûkeke asîmanî ye û ku ji aliyê Xwedê ve, ji Mihemed pêxember re hatiye hinartin. Pirtûk 81 rûpel e û heta niha çap nebûye. 5) Mînhac-ul Usûl Şêx Evdirehman Axtepî ev pitûk bi zimanê erebî li ser Fiqiha olî nivîsiye û 50 rûpel e. 6) Astronomî Ev pirtûk li ser astronomiyê hatiye nivîsandin û tevgera stêrk, hîv, roj û ya exteran şirove dike, herweha Şêx Evdirehman Axtepî gutlek di rengê dinyayê de ji dara gûzê çêkiriye û li serê parzemînan jî daye nîşandan. 7) Teqwîma Romî Ev salnameya ku Şêxê nemir nivîsiye, çaxê rojan xasma jî nivêjan bi roj, heftî, meh û sal daye xuyakirin. Pirtûk 18 rûpel e. 8) Serf û Nehw Ev pirtûka ku 50 rûpel e li ser rêziman û kêşana zimanê erebî û bi zimanê erebî hatiye nivîsandin. 9) Pirtûka Tibbê Ev pirtûk li ser nexweşiyan hatiye nivîsandin û Şêx Evdirehman Axtepî kîjan derman ji bo kîjan nexweşiyê ye diyar kiriye. 10) Rîsale Şêx Evdirehman Axtepî vê berhemê di 1894an de wek rîsale ango name nivîsiye. 11) Mentiq Şêxê nemir li ser mentiq û felsefê du cild nivîsîne û her yek 90 rûpel e. 12) Rabîtte Şêx Evdirehman Axtepî li ser rabîteyê nivîsiye, delîl û rîwayet anîne ku li gor Mewlana Xalid çewa rêçik tê meşandin. 13) Edeb û Adab Pirtûk li ser prensîb û fezîleta kirina emel li gor rêçika Nexşebendî nivîsiye. Pirtûk herwekî pirtûka destan e ku mirîdên rêçika Nexşebendî bixwînin. Têgotin ku Şêx Evdirehman Axtepî çend berhemên din jî nivîsîne, lê niha ew li holê nayên xûyakirin, dibe ku ji aliyê leşkerên dewletê ve hatine şewitandin. Sedemê Nivisandinê Biguherîne Helbestvan û nivîskarê nemir Şêx Evdirehmanê Axtepî, sedemên herî girîng ku ev pirtûk nivîsîne, hin jê ev in ku li layêt welatparêzî bi hin helbestên xwe eşkera gotiye: Ji van qesdê min nîne ‘erzê huner Welê da li dunya bimînit eser Ku Turk û Ecem qet nebên carekê “Nehin Kurdî şa‘ir di misra‘ekê“ Bizanin ku şa‘ir ji Kurdan hene Ji ‘uşşaqê Turk û Ecem zêde ne Binêrin li şi‘ran heçî zaniye Çi terkîbekî serfê kurmancî ye Ji kurmanciya xwe me anî nîzam Mu‘ella û şêrîn û efseh kelam Ji tenzîmê kurdî sual û cewab Me bînane nezmê hezaran kîtab Welê îktîfa kir ji nezmê hemîn Çiku kes nehin bêje min “aferîn“ Gelek caran jî Axtepî li ser vexwarina bade û meyê û herweha daketina meyxaneyê û li ser evîna xwe jî gotiye: Were ey qelem ser siyaqa ewil Tu jî saqiya bîne cama çu gul Ku seccade û xerqe û sebheyê Bikim rehnê bade di meyxaneyê Ev çend malikên li jêr, jêderkên ji Dîwana Şêx Evdrihmê Axtepî ne: Da çêbitin der dil tereb Turk û Ecem, Rom û Ereb Guh din bi qanûnê edeb Ser ah û kovan û keser Axtepî li ser evîna xwe di Dîwanê de jî weha gotiye: Ji dil daxwazê yarê Qewî mexmûrê badê me Murîdê saz û badê me Bi îxlasê temennayê … Bi qurban bim ji bona çeşmê şehla qameta yekta Di her wext û di her gavan di nîva sar û sermayê … Îd e, keyf û şahî ye nêv xas û amê xulxul e Yek yekan aşiq li ser sorgul mîsalê bulbul e … Turk û Tacik û Qeçer ber milkê dil anîn hucûm Pey bi pey, saet bi saet xaretê Kurdan dikin PENCINAR Weşanxaneya Çanda Kurdî
Full name:
Abdurrahman Aktepe
Title:
Kürt alim, Astronom, Felsefeci, Yazar
Birth:
Diyarbakır, Türkiye, 1850
Death:
Diyarbakır, Türkiye, 1905

Readers

12 readers liked.
11 readers read.
3 readers are reading.
6 readers will read.
1 readers left half.
Reklam

Quotes

See All
Derdê eşqê te kirin purr îxtîyarek rî sipî Qurbê atêş weslet û hicra te hem şiddet qewî Sebrê min nayê ji dilber, nêv lehîba ateşî Qelbê min şkestî nakit ref û nesba adetî Ger îzdîham kin li min pênsed herfên nasîbat Ger muzaffer bim bi wesla dilbera gerdenbeyaz Her du alem nayê ber çeşmê me qîmet yek peyaz *Qurb-nêzik *Lêhîba ateş - Geşbûna ateş/agir *Peyaz- pîvaz
Ya Resûllelah dexîl im! Ya Hebîbellah dexîl! 'Umrê taze, min telef kir der-gunah ev çendî sal Serxweşê nefs û hewa, mustexreqê zenb û delal Tên nivîsandin li ser min, her se'et sed qîl û qal Ya Resûllelah dexîl im! Ya Hebîbellah dexîl!
Sayfa 99
Reklam
Reklam