Tehsin İbrahim Doski Gönderileri
Tehsin İbrahim Doski kitaplarını, Tehsin İbrahim Doski sözleri ve alıntılarını, Tehsin İbrahim Doski yazarlarını, Tehsin İbrahim Doski yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.Jar im ji destê firqetê
Dîsa li min ser da xeman
Kuştim bi derdê hesretê
Min sebr û rahet qet neman
Rahet me bir yekser ji dest
Cohtê xumar û meyperest
Reşmar bi ger hatin di mest
Hejîyan li dor selwa ciwan
Xerîbî
Baxê Îrem
Baxe İrem Taciran girtin dikan û ribh û rexbet qet nema
Me'denê elmas û le'lan qedr û hurmet qet nema
Ew hemû wêkra kesad in wan xwe 'izzet qet nema
Gewherê gewherfiroşan qedr û qîmet qet nema
Derwebin îro dikanê le'l û mirwarê di min
Sewdayî
Baxê Îrem
Baxe İrem Îro li ser belgê gulê
Zulfan ji 'enber dav veda
Herro xîyalek tê milê
Bayê şemal lê kir belav
Bayê şemal belav kirî
Me'şûq ji ber winda kirî
Gerden bi 'enber werkirî
'Aşiq dibû lê pir belav
Sibxetullah
Baxê Îrem
Baxe İrem Rûyê me ji xeyrî xwo bizivirîne Xuda
Tu rasterîyê bo wî binexşîne Xuda
Muhtacî kesê dî neke me ji xeyrî xwe qet
Berê me bi nik xwo ve bikêşîne Xuda
Mihemed Şewqîyê Xanî
Baxê Îrem
Baxe İrem Sîmber û dêmsedefa, jehr ji destê wan şifa
Nîne çi kem ewan wefa, dax diken dilan xefa
Pir li me ew diken gefa, ah û fîxan û esefa
Zulfê siyahê bêwefa, qet me nedî ji wê sefa
Kuştime ez bi sed cefa, ahi ji dest cefayê zulf
Xerîbî
Baxê Îrem
Baxe İrem Ji ser 'eqlê me kir zaîl
Bi 'işqa xwe kirim maîl
Wekî Ferhad kirim qaîl
Ewê şoxa keman ebrû
Wekî Ferhad kirim bêçar
Ji canê xwe kirim bêzar
Ji tehsîlî kirim bêsar
Ewê şoxa keman ebrû
Ze'îfî
Jêrenot:
Zaîl: tiştê ku dê nemîne, ne ebedî,
Maîl: meyil
Keman: kevan
Baxê Îrem
Baxe İrem 109 öğeden 11 ile 20 arasındakiler gösteriliyor.