Rûyê me ji xeyrî xwo bizivirîne Xuda
Tu rasterîyê bo wî binexşîne Xuda
Muhtacî kesê dî neke me ji xeyrî xwe qet
Berê me bi nik xwo ve bikêşîne Xuda
Mihemed Şewqîyê Xanî
Baxê Îrem
Hale vedan çerx û felek
Ebrû kemana çav belek
Teşbîhê min kuştin gelek
Feryad û efxan sed eman
Feryad û efxan min xerîb
Her tên ji ber cewra reqîb
Me ji zehmet û hecra hebîb
Nalî gehane asmanan
Xerîbî (1784 -1821)
Cewra reqîb: Ezîyeta ji ber reqîbê
Hecra hebîb: Derdê heskirîyê
Dayîm hezar deng tên ji dil
Sed deng û deng min tên ji dil
Firyad û ahîn tên ji dil
'Işqê li min suhtin hinav
Min her bi nar û pêhte dil
Berqek ji palan rête dil
Gava disot hinav û dil
Ew qameta bejna zirav
Sibxetullah
Dilê mecrûhê min pir jan e dîsa
Tijî derd û xem û kovan e dîsa
Neşêm derman bikem derdê dilê xwe
Hekîman bêne ser Luqman û 'Îsa
Heçî dî sûreta dildar û dilber
Bîye heyran duçar û kefte lîsa
Belê min zanîye bedbextîya xwe
Çirayê min heta subhê neîsa
Ji lutfa te 'eceb mame Sebûrî
Ne go halet çî ye defter nivîsa
Mîr Îmadeddînê Hekarî (Sebûrî)
Mecrûh: Birîndar
Duçar: Mubtela
Kefte: Ketiye
Neîsa: Geş nekir
Sotim fîraqa dûrîyê
Fikr û xîyala hûrîyê
Mehbub kirim dûr nêrîyê
Mecnûn û dînê hêşetê
Mecnûn kirim zerîya şepal
Ev nazika gerden xezal
Wa zulfîqarêt bêmîsal
Îname halê herqetê
Sadiqê Amêdî
Jêrenot
Hêşet: rex û kenarên bajar û gundan
Wa zulfîqarêt bêmîsal: mebest jê çavên dilberê ne.
Herqet: sohtin, şewitîn
Îname: wê ez anîme, xistime
Baxê Îrem
Pêlek zîyaret çin tewaf
Şibhê wê nînin qaf bi qaf
Zemzem ji yaqûtê şefaf
Can dê bibexşim şubhî av
Can dê bibexşim dilberan
Ger dil bidet ber xenceran
Ji destê zîv û esmeran
Birîn di dil da man tevav
Sibxetullah
Baxê Îrem