Yehya Omerî

Anatomiya Demsalên Zer author
Author
9.5/10
11 People
69
Reads
40
Likes
5.1k
Views

Yehya Omerî Quotes

You can find Yehya Omerî quotes, Yehya Omerî book quotes, the most impressive sentences and paragraphs on 1000Kitap.
Ez Ji Te Re Derewek Biîman Bi bayên te şeh nebi bû porê min. Niha dereweke mîtolojîk e evîn, evîn dirokeke dev bi girêz e. Evîn bi qasî durbûyîna te nêzîk e.
Leyla û Mazlumên min hene çiya û welatan bilind dikin bi liliyên xwe Ji kerema xwe re ji Che û Jaenne d'Arc an meke behs. Dengbêjên min jî hene li kendalan Evdal in Xanî û Feqî ne Temam ji Homeros, Shakespeare û Hafiz an meke behs. Ey yê ku bi devê çiya û bi ramûsanên deştên xwe nizane. Huş be! ji wan sîng û berên metrepolên biyanan meke behs.
Reklam
Min effû bike min zêde ji beybunan hez kir. bi rastî tu were ezê gula biçînim ewê beybûn ji me hez bikin,
Xezelek bo birîna li dûrîyê Bi wê Qur'an ê, bi wê Qur'an ê Ji te pirr hez dikim bi wê Qur'an ê. Tu sûreyeke ku kêm hatiye fêmkirin ji wê Qur'an ê Ji ber wê, haya kesî ji bedewiya te nebûye bi vê Qur'an ê. Ji bo tu kes çavên te çavînî nekin bi wê Qur'an ê Devgirêdana li nêrînên xelkê dixim bi ayetên vê Qur'an ê. Gava ku rûyê te dikeve şevên min bi wê Qur'an ê Radibim navê te radimîsim û li eniya xwe dikim li şûna vê Qur'an ê. Dibêjin ku tu xurrifî yî û derketîyî ji dînê wê Qur'an ê Ç'bkim dîn û îman tu yî bi vê Qur'an ê.
Ez ê herim risteyên belekî bêjim, mirinên ewlehî bide min. Olana xewnekê, destekî bakîre bide min. Ez ji neteweyekî ku di nasnameya wan de çiya heye têm. Ne tenê me. Ji bêhna gulekê, ji tîna ramusanek çiyayî têm.Di bêrîka min de dilê te heye. Westîyam,min ramîse.
Ez im belê ez şaîr im, qereçîyê pesnê çavên te me.
Reklam
178 öğeden 231 ile 178 arasındakiler gösteriliyor.