Roj bi roj giranî li min dikeve, ez nikarim tiştekî herî biçûk jî rakim. Mîna ku her tişt li dijî min e û ez li dijî her tiştî me. Ez li neynikê dinêrim û heta ku ji destê min tê ez bêdeng dimînim. Ez çiqas bêdeng dimînim, ew qas ker dibim, derdê min bêçare ye, Dixwazim birevim, ez jê xilas bibim, lê cihê ku ez biçim nemaye. Yê ku destê min bigire, yê ku ez pê bawer im, min di dawiya rê de diavêje çolê. Her cara ku ez di heman senaryoyê de rola sereke dilîzim, ez zilamê xirab im. Divê ez jî li dijî jiyanê têbikoşim. Di nav feqîr û xizaniyê de çi qas hewldan hebe jî ez berdêla hemûyan bi neynûkên xwe didim, bi qezayê Yilmaz Guney ,dibêje “Hêvî nanê feqîran e”
Û ez bi hêviyên ku diya min di bêrîka min de ku vedişartî de dijîm..
..
Erdal dersim