Dengbêjê vê kilamê derxistî , wek her car dîsa gund bi gund digere û kilamên xwe dibêje. Rojek diçe mala bavê Têlîyê . Kilaman dibêje . Xwedîyê malê qedrê dengbêj digre.
Têlî, keçikek nexweşik e . Wek dibêjin di malê de jî maye. Îcar bavê wê, ji dengbêj dixwaze ku li ser Têlîyê kilamek derxine da ku xwazgîniyê wê çêbe . Dengbêj jî qebûl dike û radibe li civatek kilama li ser Têlîyî derxistî dibêje. Kurê mîr, gava di vê kilamê de pesnê delalîya Têlîyê sehdike , hema wê demê dibe evindarê Têlîya ku qet bi çavên serê xwe nedîtî dibe. Û pê re dizewice.
Min weha bihisti bû çîroka derketina vê kilamê. Ez baş nizanim kilam a kê ye lê min ji Dengbêj Reso , Şakiro, Huseynê Farê vê kilamê guhdar kiriye.