Gönderi

TÊLÎ
Gidîno gava ez dimirim bibêjin Têlî Ez dişuştim bibêjin Têlî Kefen dikirim bibêjin Têlî Serê min dane ber tawan û şidêdan bibêjin Têlî Dame ser daran û darbesta bibêjin Têlî Bi rê xistin bibêjin Têlî Berê min dane qebr û qebristanê bibêjin Têlî Danîme qebra reş û tarî bibêjin Têlî Suwala akir nekir da bibêjin Têlî Tijî li ser çavê min axa sar dikirin bibêjin Têlî Pişta xwe bi min da dikirin bêjin qîza 14 salî, bûka rûbixêlî Heft salî da berdilka dilê min bû Tozek axa sar ra bû berdêlî
Rûpel 199
Kurdî
··
1.210 Gösterim
7 Yorum
Dengbêjê vê kilamê derxistî , wek her car dîsa gund bi gund digere û kilamên xwe dibêje. Rojek diçe mala bavê Têlîyê . Kilaman dibêje . Xwedîyê malê qedrê dengbêj digre. Têlî, keçikek nexweşik e . Wek dibêjin di malê de jî maye. Îcar bavê wê, ji dengbêj dixwaze ku li ser Têlîyê kilamek derxine da ku xwazgîniyê wê çêbe . Dengbêj jî qebûl dike û radibe li civatek kilama li ser Têlîyî derxistî dibêje. Kurê mîr, gava di vê kilamê de pesnê delalîya Têlîyê sehdike , hema wê demê dibe evindarê Têlîya ku qet bi çavên serê xwe nedîtî dibe. Û pê re dizewice. Min weha bihisti bû çîroka derketina vê kilamê. Ez baş nizanim kilam a kê ye lê min ji Dengbêj Reso , Şakiro, Huseynê Farê vê kilamê guhdar kiriye.
Önceki 2 yanıtı göster
Min li jêr jî nivîsî. Ev têlî û ew têlîya ku tu behs dikî ne yek in 😁 dîsa jî spas dikim
1 yanıtı göster
youtu.be/sewg4U_WIwA Hiseynê Farê ji pir xweş aniye ziman
Ji bo kilamê spas dikim. Ew 2 Têlî ne. Têlîya Şakiro û ya Hiseynê Farê ne yek in. Tê gotin Têlî'ya ku te ji me ra parve kir qet bedew nînbû ye û di mal da maye. Dilê bavê wê ji keçika xwe şewitiye û dengbêjek girtiye. Hinek pere daye û vê kilamê daye nivîsîn. Kilam li ser zimanan geriyaye û hemû deverên kurdistanê hatiye gotin. Bi vî awayî her kes meraq kiriye ku ew Têlî'ya bedew kî ye. Û xwezgîniyên Têlî derketine. :))
2 yanıtı göster
Hûn, çîroka vê kilamê dizanin?
Çîroka kilamê min qet nebibîstiye lê di nav kilamê da behs dike ku dengbêj ji zaroktî ji têlî hez dike. Dema Têlî xama dibe, dibe berdêlî. Kilamê da dibêje tozek axa sar ra bû berdêlî.
1 yanıtı göster
Bu yorum görüntülenemiyor
Reklam
Dengbêj Reso ev kilam li ser kijan bûyerê derxistiye ? Ez vê dipirsim a rastî.😊
Dengbêj ji keçikek hez kiriye lê bavê keçikê, keçik daye yekî din. Miradê wan nebûye û dengbêj wiha sitiriye :)
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.