Ji min ra behsa evînê bike
Evîn çi ye
Ji min ra behsa Mem û Zîn bike
Evîn bê miradi ye
Ji min ra behsa Dewrêş û Edûle bike
Evîn mirin e
Ji min ra behsa xatûna Zembilfiroş bike Evîn hewldana gunehan e
Ji min ra behsa dengbêjan bike
Evîn sitrandina kilaman e