kes heye gelo bi birîna xwe nehese
dema tenê dimîne di bîreke sar de
an kes dibihîse ji bilî êşê
bêdengiya dilekî têkçûyî
helbestvên jî ji bîr kir ku
êş dirize di bêdengiyê de
kes nîne tehliya me bide rûyê me
kes nîne dilsoziya me bicebirîne
her ku diçe diperçivim
her ku diçe diderizim
ditirsim
Bekoyek serî hilde
li qedera me
li welatê min
mecbûr e helbest
nêr be
tîr be
şilfîtazî û
agir bibare ji devê wê
lewre
ji esmanê wê bombe dibarin
li rûyê wê kulî diçêrin
hirehira mirinê ye
li ser dilê wê