Eger laşê min sed parçe bikin
Min bidin jêr gûle û recbar
Ez biçim ser dar
Gotinê dilêmin tê ser zar
Kurdistan her yek welat û nabe bi çar
2+2=1☀️
Rojbunate pîroz be.
Li Kurdistanê di sala 1893'an de (tav) hilatiye Navê wî Qazi Mihemed bû têkoşîna wî mêrxasiya wi li her çar parçeyên Kurdistanê de bi nav û deng bù Hezkirina Evîna wî yê welat, di mileté kurdan re bûye sirûd! Ev Rêberê Kurda. Ev Seroka Kurda. Ev bavkalė Kurda Ev Qazî Mihemed e!♡ Zayîna Te Pîroz e Piroz Be Ey Qazi!
"Melayê Cizîrî di dîwana xwe de navê Newrozê tîne ziman û wê wek sersala Kurdan û çûna tariyê û hatina ronahiyê wesf dike û dibêje:
Cejna Newrozê kevneşopiyeke gelê Kurd e. Di wê rojê de ku tê wateya roja nû û destpêka buharê, Kurd bi biçûk û mezinan, xort û keçan, pîr û kalan derdikevin pêşwaziya buhara xweza û azadiya Kurdistanê."
..’dîsa mirin para Kurda bû
dîsa êş
dîsa elem
zalim dijminê Kurda bûn
mirin dijmin
çek dijmin
heta bi bêhna sêva jî dijmin bû’..
Rêz û hurmet ji bo giyanê wan.
Vejîne zimanê xwe ey xwendevan,
Nebûye milet hîç kesek bê ziman
Zimanê me xoş û xeroş û ciwan
Eger baş bizanî tu nakîi zîyan
Tu kurmanciya xwe ji bîra neki
Eger baş nizani divê zêdekî
Elifba û dîwan û ristan bixwîn
Heta ku wekî min nebî dil bi xwîn
Binêre zimanê te çend dewlemend
Li bajêr, tu carek xwe bighêne gund