"Melayê Cizîrî di dîwana xwe de navê Newrozê tîne ziman û wê wek sersala Kurdan û çûna tariyê û hatina ronahiyê wesf dike û dibêje:
Cejna Newrozê kevneşopiyeke gelê Kurd e. Di wê rojê de ku tê wateya roja nû û destpêka buharê, Kurd bi biçûk û mezinan, xort û keçan, pîr û kalan derdikevin pêşwaziya buhara xweza û azadiya Kurdistanê."