Min di vê jîna xwe de xweştir ji vê rojê nedi Şabaş ev dana xwedê ye têde em vedgevizin
Min ji bo nişan ber û paxil hemi yoxilme kir Kil û kildan şeh û neynik min ji bêrîkê dizin.
Ey Tirêjê dil bi kul bes rabe diwar bi guh in
Mir eger bê b' ser me de em dê di çaled birizin
Karwanê demê gihişte dozê
Em mane di nêv dûman û tozê
Kîn girtine rêberan ji yek dû
Herdem ew bi poşan têne hevdû
Qurpîna quloça şer giran e
Kî berxe ji wan bê kî beran e