Muaviye xulamekî xwe dişîne cem Ebûzer û dixwaze wî li hember xwe nerm bike. Ji xulamê xwe re dibêje heke tu vî kîsikê zêran bidî Ebûzer ji îro pê ve tu azad î.
Xulamê Muaviye tê cem Ebûzer dike nake Ebûzer kîsikê zêran hilnagire. Dawiya dawî bi dengekî kelogirî wiha bangî Ebûzer dike: "Tu Xwedê tu vî kîsikê zêran qebûl bikî heke tu qebûl bikî ezê azad bibim dê Muaviye min azad bike." Ebûzer berê xwe dide xulam û wiha lê vedigerîne: "Heke ez rahijim wî kîsikî îcar ezê bibim xulam."
Birastî jî nêrîneke hêja ye û jiyana Ebûzer jiyaneke bi rûmet e.