Zembilfiroş zembîla tîne, rebeno zembîla tîne,
Sûk û mihela digerîne, sûk û mihela digerîne,
Sûk û mihela digerîne, Gulxatûn li bircê dibîne,
Aqil diçe sewda dimîne, aqil diçe sewda dimîne.
Zembilfiroş lawikê derwêş e, bi rebeno lawikê derwêş e,
Kerem bike tu were pêş e, buhayê zembîlê xwe bêje.
Xatûnê wez tobedar im, hurmetê wez tobedar im,
Ez ji Rebê jorî nikarim, zarok birçî ne li mal in.
Zembilfiroş lawikê ebas e, bi rebeno lawikî ebas e,
Bi te na derpî û kiras e ji destê xatûn nabe xilas e.
Xatûnê gerden bi morî, delalê gerden bi morî,
Şixul nabe kotek û zorî, şixul nabe bi kotek û zorî.
Zembilfiroş çû kela mîrê rewal e, bilind e heftê û du gaz e,
Xwe di kelê de berdabû xwar e, vî evdê wê bi gunekar e.
Bizan ku min yar tu yî
Dil jê birîndar tu yî
Ez kuştim yekcar tu yî
Çibkim ku min çare tu yi
Bê destî hem par tu yî
Pir li min kubar tu yî
Ê bi xezeb xendê ez im
subh û êvarî şeva tarî şemala kê yî tu
leyletul qedr û berat in nûra mala kê yî tu
çîçeka baxê îrem şûx bejn û bala kê yî tu
bo Xwudê ke bêje min kanê şepala kê yî tu
dêm kitêb e zulf e haşî şerhê xala kê yî tu
dilbera gerden şefîf î danuwa durra ‘Eden
nazik û mewzûn letîf î nexliya selwa çîmen
gullîbas î, gulqiyas î, gulenî gulpîrehen
ahûya
...
[Çeqçeq Paşa] go: "Ê de hema rakin çîmikên wî kaş bikin binê kaşa."
[Rovi] go:
"Erê Çeqçeq Paşa, Aşvanê li dora aşa, Ez ê te bikim wezîr û paşa, Tê rakî çîmikê min bavêy binê kaşa!"
...
Mîr Mûhargînî
Folklorame, Hejmara 13. Rûpel: 35
Dinya xera bibûya, ava bibûya, ber bi rexekî bibûya, agir lê bilîsta, roj li ezmên bitefiya jê re ne derd bû. Xwe dabû bin dûvê dinyayê. Ji dayîna fatureyan, dayîna kirêyan, kirîn û nekirîna tiştik û miştikan, ji tehmetinkan, ji karkirin û xerçkirina pereyan, ji şîfreyên hesabk û mesabkan, ji deynê banqe û manqeyan, ji nimreyên ser nasnameyan xilas bûbû. Tiştek ne hewceyî jibîrbûn û nejibîrbûnê bû. Ew êdî ne tevayî civaka serfkar bû. Fetişizma metayê bi baskî ve hew dibû. Lingleanîna qirêjbûna sekuler ne hewce bû.
Ma qey di jiyana xwe de rojê qet berê xwe nedabûyê, rojeke xweş qet nejiyabû? Ma tim kêm ketibû ku hema dinya li ber çavan qîra reş û ber bi rexekî bû? Ma qey qet dilneketibû hinekan, gava bikira biçûna cem wan ling li erde nefisiyabûn, gava çav li hev ketibûn çav hewqa şil nebûbûn, nava dest xwê nedabû, ji qeraxên lêvên hev maç nekiribûn, hilma xwe bernedabûn qaqirika guhen hev, di guhen hev de navên hev negotibûn, li nava çaven hev nemeyzandibûn û daxwaza hevdu nekiribûn?
Êdî ne civak çandan lê çand mirovan çêdikin. Lîstikvanên belaş in em. Boş û belaş em xwe li ber tava hîvê hildidin. Roj bi roj mengeneyên dinyayê dijidin. Reva me ji ber destê me heq bûye lê ciyeki ku destê me negihiştiyê jî nemaye. Borên bên giş tije bûne, hem li jêr hem li jor.
....
Yeryüzünde yüzüstü ve çok sessiz kaldım
Bir gün kar yağacak ve hiç durmayacak,
diye bir kaygı var içimde
İçimde sınırsız bir yolda yürüme isteği Ölememek korkusu...
Senin için suyun hafızasına şiirler yazdım
Bir tas suya dua okudum
Şeyh dedim, dua dedim
Dua istedim ikimize
Bir yudum suda dâhi
Sen okumadan silecekler diye...
Gözlerinin maviliği
Gibi bulut,
Gibi yağmur,
Al bu yağmur
Al bütün bulutlar
Boşluğuma dokuna dokuna ölmek değil bu.
Yenildim,
Sis kaldım,
Sesim şarap sesi.
Değiştim
Ve kötü dönüştüm...
....
Bazen kalbim değil
Ama
Kalbimin içinde bir yerde bitip tükenmeyen bir çöl ovası oluyor
Seni sevdiğim için sana soruyorum:
Sana da oluyor mu böyle?
Sana da oluyor mu?