Gönderi

108 syf.
10/10 puan verdi
·
23 günde okudu
bahozê wêrek
Navê romanê Bahoz e ji aliyê Eskerê Boyîk ve hatiye nivîsandin. Bi giştî ji 108 rûpelan pêk tê. Ev kurteroman di navbera salên 1999-2002an de hejmarên rojnameyaya Hevî, Roja Teze û Dema Nû de çap bûne. Piştre ji aliyê Weşana Avesta ve di sala 2011an hatiye çap kirin. Ev roman hem ji aliyê naverokê ve hem jî ji aliyê mijarê ve dişibe destanan. Lê qasî destanan ne dirêj e. Wek kurteroman hatiye pejirandin. Ji aliyê folklorîk ve berhemekê dewlemend e. Ev roman li ser welatê Mêrgesorê disekine. Mêrgesor welatekî ji hêla xwezayê ve bedew, xweş û dewlemend e. Lehengê sereke Bahoz, zarokekê pênc salî ye û bavê wî Şivan e. Welatê wan Mêrgesor ji aliyê Çavpanan ve hatiye dagirkirin. Zulm û zordariya çavpanan li ser gelê Mêrgesorê hukim dike. Gelê Mêrgesorê neçar û ji halê xwe bêzar e. Ji her aliyê xwe Mêrgesorê talan dikin, xira dikin aramî û xweşî nema ye, lawiran gişk qir dikin. Dema ku zarên Mêrgesorê tên pênc saliya xwe ji aliyê Çavpanan ve ji malbatên wan distînin û wan perwerde dikin bi navê Dûşmanan dormedarê xwe diherimînin, talan dikin. Şivên jî li ber vê bindestî û eziyetê serî radike naxwaze lawê xwe Bahoz bide Wehşan. Gundiyên Şivên pişt wî nasekinin. Di navbera Şivên û Qrêl de pevçûn diqewime. Pîrêka wî dimire, Şivên dikeve zindanê. Dayika Bahoz dibe Teyr û difire asîman. Her wiha Bahozê jî bi xwe re dibe ji zulmê xilas dike. Ruhê Mêrgesorê her dem ligel Bahoz tevdigere. Rêya rast û durust nîşanî wî dike. Bahoz hêj pênc saliyê xwe de di sirûştê bi tenê serê xwe dimîne. Ji aliyê ajalan ve tê xweyî kirin. Bahoz ji aliyê ajalan ve pir tê hez kirin ne ji bilî wewikan be. Dehan qezî têne serê Bahoz. Aşiqê Rojê dibe. Ji ber evînê serxweş dibe û têk diçe. Dema ku têk diçe Qrêl Bahozê digire û diavêje Zindanê. Bahoz di zindanê de rastî Bavê xwe tê lê xwe nade nasandin. Piştre bi alikariya ajalan Bahozê ji zindanê difilitînin. Bahoz sond dixwe ku welatê xwe ji wehşan rizgar bike. Kalek tê pêşiya Bahoz, jê re dibêje heft qezî li pêşiya te ne heke tu bikarî ji wan xwe xilas bikî tu yê welatê xwe rizgar bikî yan têk biçî ez ê li benda Bahozeke din bisekinim. Curbecur qeza, lawir,cinawir, ajal û hww tên pêşiya Bahoz. Bahoz bi alikariya ajalan û welatên ku rizgar dike alikarî distîne û digihije welatê xwe. Paşî welatê xwe Mêrgesorê ji Wehşan rizgar dike û herî dawî digihije evîna xwe Rojê. Hem welatê Mêrgesorê û hem jî welatê Gulistaniyan ji dagirkeran rizgar dibe û roman bi vî şiklî diqede. Weke nirxandineke biçûk em dikarin bibêjin ku nivîskar di vê berhema xwe de li ser rewş û hewala gelê kurdan bi şiklekî mecazî rawestiye û bi rêya hêmanên folklorîk û mitolojîk berhema xwe vehûnandî ye . Ji aliyê mijar û şêwazê ve weke destanê ye. Lê qasî romanan ne berfireh e. Herwiha zimaneke girîft nehatiye bikaranîn, herikbar û zelal e.
Bahoz
BahozEskere Boyik · Avesta Yayınları · 201112 okunma
··
525 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.