Gönderi

Heke em wek hemû neteweyên cîhanê her tim xwedî otorîteyan bûna û di serdema ku wêjeya me ya devkî xurt bû de di hêla nivîsê de jî em xurt bûna îro dê wêjeyeka me ya wisa xurt hebûya ku di xeyalan de jî win nikarin bibînin. Li gel hewqas paşwendiyan(dezavantajan) jî îro em xwedî wêjeyeka mezin û xurt in. Lê mixabin xwînerên vê wêjeyê kêm in. Em bêhtir berê xwe didin xwendina berhemên bi zimanê mêtîngeran. Bi zimanê xwe bixwînin. Ji bilî wêjeya me her tiştên me di destê mêtîngeran de ne. Qet nebe em wêjeya xwe ku bi destê me ava bûye û mala me ye xurt bikin û nexin destê mêtîngeran.
·
70 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.