Kêrên xwe bi hecerul eswed tûj kirine
Şehadet e bilêta bihuşta ku ji bo wan kerxane
Ev der Koban e
Li vir xew, balîfa maran e
Xwarin, jehra şarmaran e
Ev der Koban e.
Kurmancan bi xwe gotine, giyayê hewşê ji xwediyê malê re tehl e. Aha ev gotina hanê hemî derd û kulên Kurdan ên sedan salan şanî dide. Heke tu yekî xerîb bûyayî û te ev kar ji bo Kurdan bikira, hingî te dê bidîta wan ê çi qîmet bidana karê te.