Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Dilovan

Dilovan
@1_Dilovan
2×2=1 Qazî Muhemmed Sedr Qazî Seyf Qazî Leyla Qasim Evdirrehman Qasimlo
1000Kurdî
1000Kurdî
Ku ne bi Kurdî be ne tu jehr e jiyan
Dojeha bakur-Batman
33 okur puanı
Kasım 2022 tarihinde katıldı
Hêvî! Çi qas tişteke mezin e. Çi qas xweş e. Çi qas destvekirî ye. Çi qas comerd e. Çi qas firah e. Lê hewqasî jî rûhistîn û kujer e!
Reklam
Mirov çi qas dikarin pirtûkêk vikî vala bixwînin yaw :) Heyfa dema min a ku ez ê bidime wan pirtûkan. Baş e ku Kurdî dizanim bixwînim:) Şikir ji xwedayê ku ez Kurd afirandim re.
Kurd û reşik
Mezintirîn bêsiûdiya me Kurdan spîbûna me ye. Heke em reşik bûna dê rewş ne wekî niha bûya. Em ne reşik ango çermreş in! Nexwe zimanê me çermê me ye! Zimanê me reş e! Reşê biparêzin!

Okur Takip Önerileri

Tümünü Gör
25. ŞÊWRA ME
Batman bi Kurdî dijî. Dê her bi Kurdî bijî. Em ji 25. şêwra xwe re amade ne. Her kurdîheza/ê Batmanê vexwendiye. Werin em bi hev re bixwînin û bidin xwendin. #Batman #KomeleyaArî #Kurd #Kurdî #KomaXwendinêYaBatmanê
Reklam
KOMA XWENDINÊ YA BATMANÊ
Me wek koma xwendinê ya Batmanê bernameya xwe ya nû derxist. Bi şêweyên nû û bi çend guharînan ev bername hêviyek dide me. Hin plansaziyên me yên nû hane û armanca me di vê bernameyê de pratîzekirina plansazî û guherînên nû ne. Em ê vê carê profesyoneltir werin qada wêjeya Kurdî. #Batman #Kurd #Kurdî
Bataman de hiç Kürtçe (Kurmancî-Zazakî) bilmeyenlere duyurun📢 Komeleya Arî Batman da yüz yüze dile atölyesi çalışmalarına başlıyor! Başvuru linki 👇👇 forms.gle/pVX4VvBnZU5Hh9Af6
Li Batmanê, Komeleya Arî bi dersên rû bi rû, Kurdî (Zazakî û Kurmanacî) fêrî gel dike. Hevalên me yên vir 📢📢 Hûn jî dikarin wêneyan hildin û di Twitter, înstegran, Facebook û di 1k yê de parve bikin. Batman bi Kurdî dijî. Bila bi van xebatan her bi Kurdî bijî! Em dest bidin hev:)
Di vê aplîkasyona nalekî de çima di zimanên aplîkasyonê de Kurdî tune? Hewqas Kurd hene li vir û em hemû bi Kurdî dixwînin û dinivîsin lê aplîkasyon zehemt nake zimanê me têxe zimanên aplîkasyonê! Mirov çawa dikare dengê xwe bigihîne wan?
Heke em Kurd jî reş bûna û me bi rêya çermên xwe ji serdestên xwe cûda bûna dê çi qas baş bûna. Qet nebe me yê bidîta ku em çi qas pir in û me yê bi hêsanî xwe ji kesên ji neteweyên mêtîngerên welatê xwe biparasta. Şensekî me yê wisa tune! "Zimanê me çermê me ye nexwe!"
Reklam
Şerma mezin ew e ku mirov bi zimanê xwe nexwîne û xwe li zimanê mêtîngeran bigire.
Naxwazim parvekirinên bi tirkî bibînim. Min ji twitterê reviya vir:) Ev der jî xwe xira dike!
Ka bila ew ên ku tenê jêgirên ji berhemên bi Kurdî parve dikin û yên ku ji Kurdî tavîz nadin, xwe nişan bidin yaw. Ez kerixîm ji jêgirên bi tirkî!
Em perwerdehiya bi Kurdî dixwazin Em ê wekî saziyên ziman 11ê îlonê di Saet 12:30an de li ber parka Yılmaz Guney bi daxwaza MAFÊ PERWERDEHIYA BI ZIMANÊ KURDÎ daxuyanî bidin. Hemû gelê me û saziyên sivîl vexwendî ne. 📅 11Ê ÎLONÊ 2023 ⏰ SAET:12:30 📍LI BER PARKA YILMAZ GUNEY #Batman #KomeleyaArî
Malnamîranto! Malavano! We xwe xesirand di nav berhemên bi tirkî de. Ka hinekî bala xwe bidin vî zimanê genî û xesirî jî. Ka binêrin ev ziman û wêjeya xwe ya genî di çi rewşê de ye.
Ji ber ku kêm tên xwendin û em Kurd jî êdî ne ji pêwîstiyan lê ji ber kêfa xwe, xwe li berhemên tirkî digirin, berhemên Kurdî çap nabin, çap diqede weşanxane xwe li çapa duyam nagire. Ez pir diêşim dema pirtûkek dixwazim û weşanxane an jî pirtûkfiroş dibêjin di stokan de tuneye.
Reklam
Xwezî dilê min tunebûya, pir diêşe. #LouîsaMayAlcott
Heke em wek hemû neteweyên cîhanê her tim xwedî otorîteyan bûna û di serdema ku wêjeya me ya devkî xurt bû de di hêla nivîsê de jî em xurt bûna îro dê wêjeyeka me ya wisa xurt hebûya ku di xeyalan de jî win nikarin bibînin. Li gel hewqas paşwendiyan(dezavantajan) jî îro em xwedî wêjeyeka mezin û xurt in. Lê mixabin xwînerên vê wêjeyê kêm in. Em bêhtir berê xwe didin xwendina berhemên bi zimanê mêtîngeran. Bi zimanê xwe bixwînin. Ji bilî wêjeya me her tiştên me di destê mêtîngeran de ne. Qet nebe em wêjeya xwe ku bi destê me ava bûye û mala me ye xurt bikin û nexin destê mêtîngeran.
Em çima zimanê xwe (Kurdî) xurt nakin? Em çima berhemên bi zimanên sendestan ji berhemên bi zimanê xwe zêdetir dixwînin? Wêjeyeke me yê hewqas xurt heye û hê xurttir dibe lê bê xwedî ye! Heyf!!