tu wextek şeva min î;
wexta tu bêdeng î û ji şeva min dipirsî,
dem, ji hukmê şevê dertê…
axx,
te bizanibiya te çi berdaye canê min,
bi kenê xwe,
bi dilopek hêsira bi tenê re,
tu dibî xwîna şîrîn, xeyalên min bi rih û can dikî
gotinên te, li ser dil, berfa pêşî ne
te
ez guvaştime ji dil ve…