Navê me, zarê me, qada me tev dizîn
Dixwazin her weha em bimrin, bi rizîn
Lê şaşin, nezanin, Kurdistan namirî
Rojek tê, naçare, tola xwe wergirî
Bişkênî ew serê zorker û koledar
bêguman pêl e ev, xwe ji ber dike li bin bîrê, dibînim li malê li qunca bêriyê digerim û valahiyê dixwînim
ji pelê dîrokê dizanim, kulîlk bi tenê awir bû berê
mirêk dikevin, dişkên ewr, radibim belavbûnê dixwînim
ez ê li vira bim, heke tu ew bişirîna serê sibê bî piştî her bayê sibê li tenișta darê, sûretê yarê dixwînim
ayat û mucîzat in her derên te her derên te baweriya agir û çiyê, kufrê û îmanê ji serî dixwînim
bêdengî li kolanê tê qewartin, xwe bi mijê dipêçe rabirdû şalûl tên bo maçeke fêris, bi baskê wan lîsa te dixwînim