h

Helbesta Kurdî

3 üye · 1 yeni gönderi
72 syf.
10/10 puan verdi
·
Beğendi
Deftera helbestvanê cîwan li ser janake zirav qetaye. Helbest bi zimanê "xwe/ez" hatine lê kirin. Her çiqas diltengiyek hênûn hêmana serekebe jî . Hêviyek hertim heye, ewrê helbestvan ji bo keskesorê bibîne xwe daqul dikir, û ev hêvî û hewildan bê navber hure hur meşiya. Bi destnîşan kirina Poe, Neruda û hwd de berê xwêner dizivirîne helbesta cîhanê, û bi remzeyê xwe ên nazenîn ve xwêner ji Arjen Arî, Cegerxwîn naqetine. Ziman fireh û devokiye. Şêwaz nûjen e. Bi min remzên herî nazenîn, helbestên herî dil ên netewîbûn. Ew zilm û zordarî,ew bişavtina bi salan. Wek "navê xwe nezanîn" , "Hindakirina navê xwe" û " Zimanê Stenbolê" lêkiriye. Bê' y ajîte bike, hure hur lê dike. Her wuha remzên çandî û mitên Kurdî jî hebun. Bi çîroka kalikê xwe destê xwener digirê û divê wan rojên bi çîrok. Ê helbet bê Tivîlka /Teyrê Heftbask nedi bû. Nivîskarê cîwan xeleka helbestê a Arjen Arî a sala 2023 wergirt. Dema pirtuk diqete. Xwenêr divê ev xelat ji te xweş helal be xorto.
Deftera Qetayî
Deftera QetayîRêzan Diljen · Sor Kitap · 20236 okunma
128 syf.
·
Puan vermedi
·
Beğendi
Wekî tê zanîn despêka şiîra Kurdî a nûjen Hecî Qadirê Koyî û Cîgerxwînin. Piştî vê pêngavê, serîde Arjen Arî û gelek helbestvanen din bûn vejîna şiîra nûjen a Kurdî. Şaîrê me ê dildar Yehya Ömerî jî şopa van şaîra da ramanê xwe ên zîz û aciziyên xwe ên hişk kêlî bi kêlî aniye ziman. Kûrahiya hestan bêyî ajîtasyon yek bi yek, kul bi kul, gul bi gul dirêjî ne. Çawa ku ciwana li ser dîwarê kolanê welatê xwe nivîsîn hîn hevokên wî. Ê dîrokê jî binivîse ŞAİREK KURD HAT SER RÛYÊ VÊ ERDÊ....
Nêrgiza Li Defterê Bişkivî
Nêrgiza Li Defterê BişkivîYehya Omerî · Avesta Yayınları · 202118 okunma
Reklam
80 syf.
·
Puan vermedi
·
Beğendi
Berhema Xunçeyên Heyamê de 50 xunçe di heyamê xwedê vedibin û kêl bi kêl, gav bi gav dijîn. Kurdiyek fireh, bêyî ku devokê kar bîne şiîrek Kurdî û Kurdewar raxistîye pêşiya xwînera. Gelek peyvên û têgehên kenv bi awayekî nûjen hatiye honandin. Nêrîna helbestkî. Di her heyamê (her helbestê) derketiye holê. Hestên nivîskar ên zîz wek bayekî hênik xwîner aram dike.
Xunçeyên Heyamê
Xunçeyên HeyamêRizgar Elegez · Avesta Yayınları · 20205 okunma
50 syf.
7/10 puan verdi
·
Beğendi
SİBA NE TENÊ JINA KURD E. SİBA REXNEYA HELBESTA ROMAMTİK E Jİ
Tilusma Sîbayê hê vê hevoka pêşgotinê a A.Bedir va destpê dike. "Ew helbesta ku bêhna jineke jê nayê, ew helbest nîvrih e, bê kezî ye." (7)       Sîba wek her jineke Kurd ser xwe ye . Bi hêz, bi aqil û zanaye. Bi serê xwe, xwe serê xwe û bi xwe ye. Nixuriya vê xakê ye xwe. Dante ye xwediyê segê sê serî mîna zarokekî ye hîn.      Sîba ne tenê jina Kurde heman demê de Sylvia Plath a helbestkarê Emerîkî ye û jinê Afrîkaya reşike jî . Çawa ku nivîskar divê "nixuriya vê xakêye"(23). Dibe ku ji bo wî bedena xwe kindir asê dike, xwe dixe gorî jinê cîhanê. Xwîner him dibe "ez" a, him jî dibe "min" a Sîba ye. Serdan pê dibe Sîba.         Nivîskar sazka xwe li ser xwezayê bi amûrê mîtolojiye ava dike. Hin caran hespê hesinî dibezine. Hin caran dikeve nav dewlemendiya xwezaya ziman. Pênase ji çandê hatine wergirtî ye " Nacebire... naceribe.... Hestiyên tenêtiyê naçe bîrê. Tevneke di bin kirkût de ye tu." Nivîskar bêtir ser hêstan disekine û kar anîna sê noqteya va hêst bêtir kûr di ke. Mirov dibe Sîba û bedena xwe kindir asê dike.
Siba
Siba
Ulku Bingöl
Ulku Bingöl
Siba
SibaUlku Bingöl · Na Yayınları · 20154 okunma
80 syf.
10/10 puan verdi
xweşik
Helbesta serpêhatiyek birîndar e ya min Ku her şefeq xwe nû dike Va ev rabirdû ye, dike Şanogerên bi şûr û metal Firarên xwedî çaplî, elmanî Berxên dilkeleş Tariyê digurînin bi qewlê rojê...
Şagirtên Evînê
Şagirtên EvînêBerken Bereh · Avesta Yayınları · 202027 okunma