di wateya hilfirînê de ye ev, bo biharê ye
bîra sûretan bi vê zanînê mișt e
rojnivîsên gulê bi vê bêhnê
lê dîsa jî ax û gul dizanin îro va li vira
di temenê çûyînê de me
tu dibêjî ez evîn im dildarê te
were, serê xwe deyne ser sînga min
bimije ji kul û kedera vî dilî, da ku sivik bibe jan salan. bila kew bigirin birînên bêderman û ez jî bikaribim bibim bersiv ji bo eşq û evîna te.
hûn bi xêr hatin ey şervan
li ser seran li ser çavan
kerem bikin werin meydanê
em bi hev re bigirin govend û dîlanê
ji bo azadiya gelan
bila biherike xwîn û xwêdan
Dûpişkên qumêd bi jehra xwe ya hezar salî bedena me heram kirin
Li ser pişta qantirên navsal rabezîn mirovhatiyê
Dev avêtin, dest avêtin, bombe avêtin û nesekinîn
Wan têr dilê xwe rehet nekir ji kuştina me
Carinan li bin zinarekî kom kirin laşên me
Carinan li ser delavekî
Carinan li ser pişta qantirekî
Her dem, ên ku mirî em bûn
Ên ku serî li darbestê ketî
Ên ku nîv jiyandayî
Ên ku bi bêhna sêvan hatî xapandî
Em bûn ên ku li keştiya Nuhê penaber siwarî
Em bûn ên ku bi Îsayê bêbav re li çarmixan govendgerî
Çavên me li rê, em li bendê ne
wê were
wê biqedîne vê bêkesiyê
em ne pezê winda ne;
şivanê me şevder e bavo!
Ferîdûn Kûrt