Gönderi

160 syf.
8/10 puan verdi
·
6 günde okudu
Biyanî , çima navê pirtûkê biyanî ye, gelo taybetmendê pirtûkê bajarekî biyanî ye, an di nav mirovên biyanî de dijî sedema biyanîbûnê ev in? Dema min ê dest bi pirtûkê bikira ev pirs hatin hişê min. Lê ev biyanîbûn ne li gor van pirsan bûn. Biyanî karakterê pirtûkê bi xwe bû. Jiyana Meursault bi serê xwe biyanî bû. Pirtûk çend hevokên dijwar wiha dest pê dike: " Îro dayê mir. Belkî jî do bû ez nizanim ji mala pîran ji minre telegrafek hat Dayikê wefat kiriye, veşartin sibê ye." Beşa yekem behsa li ser mirina dayîka wî û li hemberî mirinê helwesta Meursault berçav dike. Di beşa duyemîn de jî xuya dibe ku ew helwesta Meursault ne tenê mirina dayîka wî hemû kesên der û dora wî re bi vî şiklî ye. Mînak ; dilketiya wî dibêje tu min hez dikî ? Bersiv NA ye , cîranekî wî kûçikê xwe dixe, dengê kûçik di avahiyê de olan dide tu dibêjî Meursaultî xwe bigihîne havara kûçik lê ne wisa ye . Serê xwe tiştekî naêşîne. Rojekê yekî dikuje li dadgehê tê darizandin. Di dema dadgehkirina wî de , dadger û kesên şahîd ne li ser kuştinê disekinin hemû behsa mirina diya wî dikin; çawa dibe mirovek cenazê diya xwe de negrî ? Çima ew ji mala pîran de hişt? Roja binaxkirinê tu çima ewqas aram bûyî? Çima çend dilop hêsir ji çavên te nehat? Te çima li ber laşê wê cixare kişandibû , tû razayî û te qehwa bi şîr vexwaribû... Ji aliyê dadger û hemû kesên şahîd ve bi vî awayî hate tawanbarkirin. Daraza dadgehê biryara îdamê dan. Meursault ne matmayî ma ne ji gotineke dawî li ser vê rewşê kir. Ji ber ku li gorî wî mirin jî jiyan jî wekîhev bûn. Tu cudahîyek di navbera wan de nemabû. Bi xwe jî digot: " mirin her mirin bû , çi ez aniha bimirama çi piştî bîst salên din." Çend meh pêşiyê dapîra min Li ber mirinê bû keç kur hemû zarûzêçên wê li ber kom bûbûn lê ne xema yekî bû hemû kes ketûn tatêla aboriyî, karûbar û hwd. Gava ew mir qêrînên sexte durûyiya wan dan ber çav. Vê pirtûkê ev bûyer anî bîra min... Meursault xemgîn im.
Biyanî
BiyanîAlbert Camus · Avesta Yayınları · 2012112,6bin okunma
·
62 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.