Xortê kurda tevde rabin dilşad û xweşî
Em kurdên kurdistanin her bijîn bijî
Her bijî Kurdistan her bêjin bijî
Ev welatek pir şêrîne , her bijî welat
Rêberê xwîn firoşin bo jîna welat
Her bijî Kurdistan her bêjin bijî
Serbilindî kes nabînî bê rojên dijwar
Wek şêrên birîndarin bo tene xwîn xwar
Her bijî Kurdistan her bêjin bijî
Roja cengê em tev mêrin, şagirtên Restem
Serbestî doza me ye her roj û dem
Her bijî Kurdistan her bêjin bijî
Welatê me pir hêjaye, terka wî nakim
Ger divê rêde îro em can fidakin
Her bijî Kurdistan her bêjin bijî