Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur

Gönderi

Îro Mi Dî Weqtê Seher • Melayê Cizîrî
îro mi dî weqtê seher Ew dilbera sundus di ber Dîsa di lebsê sor û zer Nûrek munezzeh bû beşer Biskên siyah xalên di qer Reşkagulê zulf çûne ser Eswed bû da`im secde ber Min bestî `eqda niyyetê Xeflet bi sir da min nezer Mîran bi qetlê kir xeder Tîr dane dil şahê Mecer Bêmurwe amanc kir ceger Feryad û efxan sed keser Weşfan neşêm lê ev qeder Zanim ko roj bû hate der Subhan ji şahê qudretê Subhan ji te şahê celal Hostayê pir qudret li bal Xaşa te dayî ev cemal Dêmê ji qudret xett û xal Kifş bû di qewsê da hilal Vê ra mi dî bedra kemal Lê bûn niqab çewgan û dal Wan yek bi mestî daye pal Lê seyyirî bayê şimal Pêçane ser nûra zelal Qet kes-i dîn ev reng misal Mutrib were weqt e û mecal Zaza bi nayê ra binal Saqî werîn xemra helal Carek ji ser dêmê vimal Zulfên li dora cebhetê Zulfên mu`enber kagulîn Biskên siyahreng sinbilîn Ta ta bi dav dav fittilîn çînçîn bi mestî silsilîn Dayê nesîm têk meyyilîn Wê qest e xala filfilîn Ebleq ji qudret xemmilîn Wê buxçeyê gul kemmilîn Tê `endelîb û bilbilîn Roj hate birca sinbilîn xeflet me dî lew xeccilîn Mehrûm û mehcûr dilkul în Mecrûhê tîrên qizil în Rehmê ke pir şohtîdil în Vê perdeyê carek hilîn Bavê niqaba zulmetê Pirsê l’ mihirdarê xwe ke Li meczûb û haldarê xwe ke Bes qehr û azarê xwe ke Qesta birîndarê xwe ke şefqê bi dîdarê xwe ke Têk xerqê enwarê xwe ke Lê emr û ferwarê xwe ke şehîdê nûbarê xwe ke Gestiyê reşmarê xwe ke Le`lê şekerbarê xwe ke Bi lefz û guftarê xwe ke Dermanê kuldarê xwe ke Lê keşfê esrarê xwe ke Mexmûrê xemmarê xwe ke heyranê reftarê xwe ke Kuştîne tîra muhbetê Wer ser de carek kuştiyan Extermeyên xwe b’ yengiyan Berde bi mil da xemriyan Badet seher reyhaniyan Daxên şehîd û şohtiyan Danîne lê wan tiliyan Ko j’ mu`ciza xummariyan Rûh bête dîsa ser giyan Hêj nabirim qet hêviyan Ji wan şefqe û dildariyan Bi l-lah ji nal û zariyan derba firaq û bihriyan Teşbîhê tûtakên çiyan Xew nakirîn şevtariyan Lê hêj dixwazîn şukriyan çendî ko rû dîn qibletê çendî dinê bit her hebî `Alem di ber hukmê te bî Herçî divê te her we bî Lebsê te kêmxe û xare bî Da`im bi remz û `işwe bî şubhet gula her xunçe bî Wê buxçeyê xar tê nebî Ageh ji `uşşaqên xwe bî çeşmek li ehwalê me bî Derheq me lê bêperde bî Saxer medam pir bade bî Pir şefqe û xweşme`de bî Bihtir bi rehm û şefqe bî Bi şîrê te da perwane bî Mexmûrê çehvên şehle bî Sotîne narê firqetê Derdê xedar bêm firqet e Firqet ji can pir zehmet e `Aşiq mirin her sa`et e Ya sehl-i `aşiq rûh dite Lê dilber evreng `adet e Herçî di bendê da kete Ewwel didit pê ulfet e zewq û şefa û suhbet e Gavek ko ew vê ra rete Anca ji nageh xeflet e şîrê cefayê lê dite Ellah çi wê bêmurwe e Rehmê bi `aşiq nabite Wê qest e can yexma kite hetta ko dil qenc jê bite Inşaf ji mehrûyan ne tê Yar qest e can yexma kirit Da mu`cizê peyda kirit Remzek ji reng `îsa kirit Ya sihr-i Bû-Sîna kirit Ji ew le`l-i şekkerxa kirit Dîsa şehîdan rakirit Van koleyan aza kirit Carek xerîban şa kirit Rastê yedê beyda kirit Miskê di cerhan dagirit Da xweş bikit ihya kirit şefqê ke ya reb da kirit Reşkagulan ta ta kirit Sed helqe çîn çîn ba kirit Hemyan li dêm tuxra kirit Emrê humayûn ser me tê `Aşiq divê dil sade bit Xaka riya yarê xwe bit Sed dax di dil wek lale bit Xwînê bixwit rengxunçe bit Wî can fida şubhet me bit Lê j` emrê yar xafil nebit Da`im bi se`y û cehde bit teb`ê ko yar lê, ew we bit Yar jî digel bêperde bit Vê ra bi rehm û şefqe bit Wek xunçe `aşiq dil vebit Dil şubhetê ayîne bit `Işq û cemal jêk zêde bit Xal eswed û dêm qible bit Pêş herdu nûnan secde bit Vêk ra biwêrin suhbetê Ê goyê meydanê te bit Wek min di zindanê te bit Serbendê çewganê te bit Mecrûhê peykanê te bit Yexma û talanê te bit Her roj jî qurbanê te bit Bîmarê mujganê te bit Da`im di fermanê te bit hebsî di zindanê te bit Muştaq û heyranê te bit Sohtî ji hicranê te bit Dê mestê fincanê te bit Wî behr di nîşanê te bit Mûçi ji ber xwanê te bit Lê lutf û ihsanê te bit Herdem bixwînî hedretê Caman bi exyaran nedî Xemrê bi xwînxwaran nedî Werdan bi murdaran nedî Wan rê di gulzaran nedî Reyhan û gulnaran nedî Bo wan ji jeyn xaran nedî Tu remz û esraran nedî Koran tu enwaran nedî Azarê mihrdaran nedî Lê destê bedkaran nedî Bi nûnekê yaran nedî Nêv me û xwe estaran nedî Tîran ji nû baran nedî Derdan bi bîmaran nedî Ji xeyr-i sê caran nedî Rîşin nedêrin taqetê Bes `aşiqan mehcûr bikî şubhet Melê rencûr bikî Qelbê şikestî hûr bikî şûna birînan kûr bikî şem`a me jê pir nûr bikî Bi zehrê xwe me me`mûr bikî Tenha me bêdestûr bikî Mehrem serayê hor bikî Bi wesla xwe da fexfûr bikî Ji wê badeyê mexmûr bikî Nêv kaseya ferfûr bikî Feydê li dil da fûr bikî Dêmê ji reng kafûr bikî Dalan ji xalan dûr bikî Pê `alemê meqhûr bikî Weqtê sehergeh bade tê
·
128 görüntüleme
Pîrhevok el Kurdî ❂ okurunun profil resmi
Gelek vê hez dikim.
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.