Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur
Profil
Yarê Me Pir Nîşan û Sir
Yar-i me pir nîşan û sir sîma ji dur dêm kewkeb e Ew lebşeker nazikbeşer cebhetseher kagulşeb e Şebkagul e xalfilfil e çînsinbil e dava dil e Min xefletî dî qibletî wek mah ditî -sa xebxeb e Min dî bi xef suhbet bi def şahê Necef fincan di kef Nûnên ji Yeng berdan xedeng wê pir ji teng şîrînleb e D’anî zuhûr dêmê bi nûr xalên di hûr cama
Ya Reb În Guldeste
Ya reb în guldeste-i ya nergisê re`na esti în Serwê gulşen ya elif ya qametê yekta esti în în melek ya şahidê qudsî esti ya mahê felek hor-i ya rûhi l-qudus ya nûr-i çeşmê ma esti în Kewkeb-i şubh e esti ya xwirşîd-i ya durr-i yetîm Ya ten-i sîmînber est ya gewherê wala ‘sti în `Aride est în ya şu`a`ê şems-i ya bedrê munîr Lale ya nisrîn û gul
Reklam
Xwîn Ko Ji Dil Bi Mewci Bêt
Xwîn ko ji dil bi mewc-i bêt Eşkê rewan me têne xet Nîl-i ji dîdeyan dizêt Keftime navê şubhê bet Katibê neqşê qudretê Zêr-i reşandî ser xetê Erzen û dêm û cebhetê Pê neqqişand û kir nuqet Cebhet û dêm-i neqqişand Misk û zubad-i lê feşand Nûrê ji zulmetê reşand Taze kişandî xet bi xet hor û fireşte kê we dîn Nazik û xob û sirşirîn Dêmê numûne ber bikîn Soretê çîn numa xelet şi`rê Melê ko wek rowan Daye te canê merivan Pir me li bergê erxewan Dîne xezel li nik şetet
Xeşmê Li Feqîran Meke
Xeşmê li feqîran meke zû padişehê min Pirsê bike carek li xeta û gunehê min Teftîş-i bi mû mû bike er em bi xeta în Hinca neke bêtin ti welatî ti cihê min Cewra te behîtin we cefaya te perîtin Qurbanê te bim guh bide carek gilehê min Zanî ko ji ber cewr û cefayan elemên dil Rehmê bi gedayê xwe ke sultan û şehê min Sih sal e ji derd û ji belayê te hilak în hetta bi felek her diretin ah û ehê min Ma yek nefesek min dibitin şebr û qerarek Qed bê te we bê te dibitin mislê sihê min Ger şubhetê perwane di bezmê te çi sed ker sed nale hezar reng-i wekî çeng û jihê min Nûrînqedeha xemr û heyata me bi ser dan Ger wê bidetin dest-i bi dest muşterihê min Yek `işwe, Melayî, bi biha bête ji le`lan sed can me hebin hêj ko muqeşşir di behê min
Xema Işqê Perêhtim Ez
Xema `işqê perêhtim ez Hebîba xemrevîn kanî Seraser têk behêtim ez Ji derdê ferq û hicranê Firaqa dilbera rend e Behêtim herwekî find e Misilmanek dirê min de
Xelqo Li Min Kin Şîretê
Xelqo li min kin şîretê Ew dilbera zerrînkemer Min dî di halê xefletê Hat der ji bircê wek qemer Hat der ji birc û penceran Dil girt û da ber xenceran Ev reng e halê dilberan
Reklam
Xanê Xanan
Xanê xanan lami`ê necma te her pirnûr-i bî Keştiya bextê te ez bayê muxalif dûr-i bî Kewkeba se`da şeref tali` di nêv birca te bit Da tinê j’ çerxê bela şubhê mehê menzûr-i bî Encûmê çerxê muheddeb her ji zatê tey şerîf Kesbê enwarê bikin hetta ko nefxa şûr-i bî Lew ziyaret asitanî tête şemsa dewletê Da sehergahan ji dîdarê şerîf pirnûr-i
Wey Spêde Ji Bircê (Mahi New)
Wey spêde j’ Bircê qews ebrû numandin mah-i new Xweş ji qewsê ebrûyan vê ra kişandin mah-i new Goşeyên nûnan bi ser badan ji qewsê bêweter Mislê enguşta Nebî sed ser beyandin mah-i new Keşşifî bedra temam ehsen ji bala tel`etê J’ istiwa da gezmeyan çerxê reşandin mah-i new Wê li wechê afitabê gah-i kifş û gah-i xef `Arifên ehlê bişaret heyyirandin mah-i new Mil dizanim dane ber qewsê hilalî goşezer Lew ji bala goşeyên nûnan livandin mah-i new Ez dibêjim dê li min dîsa ceger sedpare kin Wê bi mîzan herdû şîrazî çevandin mah-i new Daxilê meclis bûyî îşev Nişanî lew ko xef Cam-i rûhanî li ehlê dil nişandin mah-i new
Were Canim
Were canim ko çi nazikweres în Ji gul û nesterînan em te bes în Tu şehinşahê besî min ji butan Ne muhib her ne kes û xar û xes în Ji xweh xanim vedînakî me bi tîx Tu nebat î we li teb`ê meges în
Feryad ji Destê Firqetê
Vê firqetê pir dil şewand Cerhên qedîm dîsa kewand şîşên di sor tê da tewand Feryad ji destê firqetê
Melayê Cizîrî
Melayê Cizîrî
Reklam
Vê Firqetê Ebter Kirîn (Feryad Ji Destê Firqetê)
Vê firqetê ebter kirîn Feryad ji destê firqetê Jar û de`îf û zer kirîn Feryad ji destê firqetê Pir zer kirîn wek zêr-i mam çehvên di lutfê pîr-i mam Daim li rê çavnêr-i mam
Umrê Dayi Bû Me (Ebes)
`Umrê dayi` bû me bê dilber `ebes Wey tevê `umrê me borî ber `ebes Dil emanet da bi naehlan nedî Lê bi naehlan me da gewher `ebes Da di seyra `işqê bê dilber neçî Lê dibit seyra te bê dilber `ebes Pir di pê weslê me se`y û cehde da Cehde û se`ya me hatin der `ebes Ah-i wê kuştim bi derba xencerê Ma di mîlakê diret xencer `ebes Dil ji derba kaşowan bû parepar Goy di meydanê dibit sed ker `ebes Mehdera vî suxte`î îro bikin Ez dibêjim nabit ev mehder `ebes Kifş e me`na kî li lewhi-sîm-i dî Nuqte`ê misk û xetê `enber `ebes Da Mela hişyar-i bî lê pir kesan Sîne pir lê dane seng û ber `ebes
Turreya Tabidarê
Wek gula zer bû serwa te mirim Me bi qurbana xwe wek gula zer ke Wek gulek zer di buxçeya te me ez Tu me têkil xwe wek gula zer ke
Melayê Cizîrî
Melayê Cizîrî
Turreya Tabidarê
Turreya tabidarê `enber ke Xemriyên şeng miskê ezfer ke Li gulan misk û `enberê bireşîn Ji gulavê cinesriyan ter ke Kesk û sorên ji rengê qewsê qezeh Ji serapa gulav û mawer ke
Hudûs
Dê ji xeflet biretin saya zewalê ey dil Rûnenî da tu emanet li sîha darê hudûs Tu ji feslê here eşlê ko di vê dêra xerab Da nebî merkebê cehlê tu di bin barê hudûs
Melayê Cizîrî
Melayê Cizîrî
122 öğeden 1 ile 15 arasındakiler gösteriliyor.