Te`ale l-lah zehê husna mubarek
Tebarek sed tebarek sed tebarek
Meger şîrîn bi vê şîraniyê bû
»Ela şemsu l-melaheti qed tuşarek«
Ji xunçên buxçeya wê gul`izarê
Ji her xunçe di dil da maye xarek
Li textê dilberê rûnî bi şahî
Li te şahî mubarek bit mubarek