Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur

Gönderi

Min Di Dil Kovan Hezar In • Melayê Cizîrî
Min di dil kovan hezar in dax û keyber bêhisab Mihneta werdên bixar in wên di dil da sed nişab sed nişab in min di dil îro ji xarên sorgulan Yek bi yek peykan çevî bûn çûne cergê da kulab Pir bi wan curhan xwe têr in lew ko dî derman dikir şerbet û ava heyatê şekker û qend û gulab Ger dused peykan di nêva dil biwan dê xweş biwan Her dema kewkeb bidîna necm û Perwîn bêhicab Zehre û `iqda sureyya keşşifî bûn ew di şerq Sayeya bextê me dayê ma li ser perde w niqab Wajigûn dewrê numa min çerx û bayê lewleban Kewkeban seyra muxalif girt û têkil kir hisab Vêk ketin şems û Zuhel îro di birca `Eqrebê Seyf-i çû destê Merîxê mulkê dil lew bû xerab Lew tenezzul kir Merîxê nobe çû dora Zuhel çû teref mihra sipihrê nezzilî `erdan `ezab Lew bi şeş bircan `Etarid ji afitabê dûr-i bû Lê Zuhel bû Muşterî avête çerxê inqilab şewwişî nezma nucûman hey`eta çerx û burûc Lew li wed`ek dernetêtin Mah û Zuhr û Afitab Munqelib min dî menazil vajî ew seyrê dikin Yek bi yek xwîn jê dibarin ateş û lem` û şihab Zuhreçengê ev suwaj dî ew ji çeng avête çeng Xweş li pê qanûnê wê guh de tu qanûn û rebab Ez dibêm axirzeman e dê qiyamet rabitin Lew şeva tarî kişandî yû nehişt eswed xurab Xweş li min `alem siyah ma stêr û kewkeb qet neman Ez ji vê rojê ditirsam axirî zû kir şitab Ev ne ew iqlîm e ya şems û kewakib tê bi seyr Ez ne wê `erdê dibînim ya ko lê ew mahitab Cinn û teyyarek mi dî werbû di min winda kirim Dame ber pence w kulaban hilfirandim wek `uqab Suflewî înam û avêhtim zemîna zulmetê Lê ko hişyar im gelo yan xewn e min dîtî bi xwab Dêwê mel`ûn û munafiq ê Xudê rûreş kirî Ma bi bala hilkişêtin `aqibet çî bit şelab Ehremin te`lîm-i da bû Ebyedî dest tê hebû Pir bi vê te`lîm û rayê hatibû çûbû xitab Surperî `illet nizanî sihreya Ebyed dikit Pir xelet erzan me dî derheq xwe ew `alîcenab Ah-i eyyamên wisalê weko xweş borîn û çûn Ew şeraba `êş û noşê ma li pêşber min serab şerbeta şîrînleban zehra helahil bû di nav Lew bi narê firqetê axir li min dil kir kebab Hudhudek xweşteb`-i min îro divê herwek nesîm Da bi bal dilber hinara b’aniya dîsa cewab `Erd-i halê min bigota yê bi `inwanê edeb Asitan bikra ziyaret çetr û seywan û tunab Da di çeşman min werîna xak-i herwek tûtiya Ya hebîb pê lê nihaî b’aniya wî ew turab Her kesê rabî di behsê carekê mehder bikit Xeyr-i heftî hec didêrit belko bihtir ew sewab We`de dabû dê şehîd kim wî bi şîrê xwey şerîf Ma nebî îro peşîman ew ji tedbîra şewab şerh-i halê min Mela narit beyadê hê temam Vê sewadê gerçi herdem jê birin sed intixab
·
65 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.