Lalo Kerim di nava cıvata feodal de kesekî tenê û xwesere. Xuyaye niviskar bi raçavkirinek xurt çîrok honandiye. Bi rastî jî ew kesên di gundanda tenê ( bê êl û eşîr) dijîn. Ji bo wî gundîde starbin mecburin destemelbin ango gelek kar û baran pêk bibinîn kû. Gundî timayiya wan emelan bikin û wî kesî li gund bimerifînîn. Alîkîve jî çawa ku mirovekî sêf û bêkêr be qet tevlî wî nabin . Ew çi bike û çi bêje. Dine ber xatirê sêfbuna wî ango çawa ku xêrê lê dikin û dihêlin ew wî gundî bijî. Niviskar bi vê honandinê pergala civakê a dagirkeriya navxweyî derdixe meydanê. Dagirkerî, zilm û zordariya civatê a li hember kesên tenê û kesên bêhêz tê ber destê xwêneran. Niviskar keseyetek wisa diafirîne (Lalo Kerîm) him kesê wek xwe tenê him jî kesê wek wî xortî bêhêz diparêze.
Çîrok bi zimanê xwe, bi buyer û u honaka xwe mînakeke zexm a pastoraliyêye. Çîrok her di atmosfera mistizmêde ye. Bîjê , gotinên mezinan û têgehên çandî ve buye neynika civatê.