Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Lalo Kerîm

Jemal Nebez
6/10
1 Kişi
2
Okunma
1
Beğeni
132
Görüntülenme
Di salên 1950-1953î de karkerên kurd li Germiyanê, Herêma Horînê, Şêxanê, Deşta Dizeyê û li herêmên cuda yên Iraqê jî cotkar û Iraqî li dijî axa û derebegên serdemê, rejimên paşayetiyê serî hildane. Bizava çîna karker û cotkarên kurd, di pexşanên wê serdemê yên kurdiya soraniyê de jî cî girtine. Yek ji wan peşxana jî berhema Lalo Kerîm a Cemal Nebez e. Zûrbûna Cemal Nebez, li ser sitem, zehmetî, nebûna yeksaniyê, pirsa çîna karker û rêncberan a li nava civaka kurdî ye û ji ser jiyana Lalo Kerîm tê vegotin ku Lalo Kerîm mirovekî “namo” ango bêgane ye…. Lalo Kerîm, kesayetê sereke yê berhemê kalekî zeyîf e û milên wî sist in, li gundekî ne diyar e û dev û çavên wî li yên xelkê gundî jî naçin. Bi zarekî taybet qise dike ku ew zar jî ne weke yê xelkê gund e. Lalo Kerîm, serpêhatiya namoyekî ango biyaniyekî li nava komelgeha cotkar û karker a kurd. “Lalo Kerîm” piştî “Di xew de” û “Meseleya Wijdanê” sêyemîn pexşana kurdî-soranî ye, sala 1956an çap bûye. Wek herdu çîrokên pêşî pir serkeftî ye. Hersê jî tevî ku ê destpêkê ne, di nav berhemên herî baş ê edebiyata kurdî de ne. Berhem serboriya Lalo Kerîm û du pêşekiyên Cemal Nebez ên di qonaxên ciyawaz ên salên 1968 û 1986ê nivîsîne li xwe digire.
Yazar:
Jemal Nebez
Jemal Nebez
Tahmini Okuma Süresi: 2 sa. 16 dk.Sayfa Sayısı: 80Basım Tarihi: 2023Yayınevi: Avesta Yayınları
ISBN: 9786258383461Ülke: TürkiyeDil: Kürtçe

Yorumlar ve İncelemeler

Tümünü Gör
80 syf.
8/10 puan verdi
·
Beğendi
Lalo Kerim di nava cıvata feodal de kesekî tenê û xwesere. Xuyaye niviskar bi raçavkirinek xurt çîrok honandiye. Bi rastî jî ew kesên di gundanda tenê ( bê êl û eşîr) dijîn. Ji bo wî gundîde starbin mecburin destemelbin ango gelek kar û baran pêk bibinîn kû. Gundî timayiya wan emelan bikin û wî kesî li gund bimerifînîn. Alîkîve jî çawa ku mirovekî sêf û bêkêr be qet tevlî wî nabin . Ew çi bike û çi bêje. Dine ber xatirê sêfbuna wî ango çawa ku xêrê lê dikin û dihêlin ew wî gundî bijî. Niviskar bi vê honandinê pergala civakê a dagirkeriya navxweyî derdixe meydanê. Dagirkerî, zilm û zordariya civatê a li hember kesên tenê û kesên bêhêz tê ber destê xwêneran. Niviskar keseyetek wisa diafirîne (Lalo Kerîm) him kesê wek xwe tenê him jî kesê wek wî xortî bêhêz diparêze. Çîrok bi zimanê xwe, bi buyer û u honaka xwe mînakeke zexm a pastoraliyêye. Çîrok her di atmosfera mistizmêde ye. Bîjê , gotinên mezinan û têgehên çandî ve buye neynika civatê.
Lalo Kerîm
Lalo KerîmJemal Nebez · Avesta Yayınları · 20232 okunma
Reklam
100 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.