Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

Raperîn • Rûbar Elî
Îşev qetla min helal e Li ser bircên Amedê Di bin çend stêrkên welêt de Min bi serserkî berdin xwarê Bila stûyê min ji nermiya hewayê bişkê Ne ji hişkiya erdê Îşev qetla min helal e Kevirekî bi piyê min ve girêdin Û min berdin bin behra Wanê Bila goştê min bibe zirav Ji kefalên rengesmer re Îşev qetla min helal e Herdu çavên min birêjin Û bikin du şînok Yekî bi deriyê me ve kin Yê dî bi sîngê zarokên Şengalê ve Ger hebe daxwaziya min ya dawî Ji bo Xwedê û hemî pêxemberan Çend stêrkan biguvêşin Ji asîmanê welatê min Û li ser sîngên helepçê Binuqutînin lêvê min. RÛBAR ELÎ
·
344 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.