Ev ba ku neleqe, helbet
Helbet sedemeke wê heye
Pel, li gulyê daran bê deng...
Helbet sedemeke wê heye:
Qîrîn, di kalanan de lal
Û hêrs,
di postê mêşinê de.
Vêna gelî li ku?
Şêna gelî li ku?
Ev jîn
nayê kişîn
bi rastî
Ev jîn nayê kişîn helbet
Helbet, bi vî rengî nayê kişîn
Divê,
Vên
Şên
hêşîn bibin
di rizîna
vê jînê de.
Divê, pel bileqe li daran
Qîrîn, ji kalanan derkeve
Û hêrs, li çargaviyê bide xarê
Bi vênî
bi şênî
bi serûber.