Ez berxê Mala Ûsivê Seydo, peyayê xerîb, mêrê mêrxas, kewê ribat... Seyîdxan ez birayê te me, min bi telaqê jinberdanê sond xwariye, li devê Mûradê fîşek avêtiye devê çapliyê, ez ê îro li Cemalvêrdî mêran bikujim, mîna miya ku berxa xwe winda bike û dê, weledê xwe bavêje!