Ez zehf dixwazim ew serdestên me yên pozbilind û paye, ên ku her tim em biçûk dixistin têk biçin! Têk biçin û bên xwe bavêjin dexlê me; bêjin 'Tobe, tobe! Em ê careke din ti kesî înkar nekin!'
Kengî ez çav li sînoran dikevim, mîna ku mûyekî bijangên min ketibe çavê min, çavê min dişewite û hêsir jê diherike. Gerdûn bê sînor e, raman bê sînor e, evîn bê sînor e, Xweda bê sînor e... li dinyayê jî divê sînor tune bin.
Mirov nikare bi neteweperestîyê, bi neteweperestîya miletekî ya jî zayendekê azadiyê ava bike. A girîng ne zayend û milet e, a girîng kesayeta baş, rast û bedew e.
Desthilatdarî û feodalîzm pergalên jinkuj in, desthilatdarî û feodalî ji bedewîyê hez nakin. Jin bedewî ye, bi kuştina jinê bedewîyê dikujin û dinya tê kirêtkirin. Divê jin nekevin feqa nîjadperestî û desthilatdarîyê, ya na wê şerekî beradayî bikin û zirarê bidin hevzayendên xwe.
Kes nikare teyran qir bike ji teyran pê ve; gava teyr xwe bi xwe baskên xwe bibirin wê çaxê wê qir bibin. Rast e, gava ku em ne ti teyr bin jixwe em ê qir bibin.