"Mem û Zîn" a ku Ehmedê Xanî nivîsiye, ne bi tenê destaneke evînî yan jî çîrokeke, gelerî ye. Ew, di eynî wextê de aliyê estetîk, stîl, şewê û armancên edebî jî, berhemeke yekta ye.
"Eger ez rastiyê bibêjim, ez rakişiyam nav xebata siyasî, ne ku ez bi xwe çûme. Tecrube, rastî û bûyerên welatê me jî nîşan dane ku bêyî xebata siyasî, kar û şixul nameşe, bi ser nakeve. Edebiyat û siyaset divê hev re bimeşe."
"Ji ber perçebûna welêt û jiyana civakî û zor û zordariya hêz û quwetên dervayî welêt, kurdan tu carî fersend nedîtin ku bikaribin ziman, çand û edebiyata xwe bi pêş xinin. Di piraniya navçe û minteqeyên welêt de, ew tu carî nebûn xwediye muesese û sazgehên edebi û çandi."