Ey dilbera gerdenzerî
Way nazika dêmqemerî
Qamet ji mûma fenerî
Wêran ez im malim xirab
Ew dilbera gerdenletîf
Way nazıma qametelîf
Qamet ji reyhana xefîf
Mîrê frengî tu yî
Sultanê zengî tu yî
Şahê durengî tu yî
Di rojê cengê tu yî
Kivanê yenge tu yî
Nesaxê êşan ez im
Bi kul û derdan ez im
Mecruh ji gehran ez im
Tazî û uryan ez im
Ê dûr ji şehran ez im
Feqiyê Teyran ez im