Zimanekî helbestê bifikirin ku wek rûbarekî di nav mergên geş û têrav ra biherike; sedan sal e di nav gelê xwe de diherike û qet zuha nabe. Ew rûbar ji çîya û belekîyan tê, bi zelalîyeke şîr-spî û bi xulîn û xuşîn diherike. Her Kurdekî ku tîyê heqîqeta xwe bûbe, li ser da xwar dibe û jê çeng bi çeng vedixwe, lê bêhtir tî dibe...
Ew xuşîna xweş; carînan çîroka "zembilfiroş û xatûn" dipiste guhan, carînan jî hîkayeta avê. Û carînan jî mîna qêrîneke bêdeng axîn dike:
"Dilo rabe dilo rabe
Veke çava, ku êvar e
Nezan û bes di xew da be
Bi newmê ra mebe yar e..".
Carînan jî gazîya wî ya ji bo Dîlbera xwe tê guhe me;
"ey dîlbera bejin zirav
dêm şûşeya tijî gulav
wey esmera tilî zirav
wêran ez im, malim xirab"
Belê ew dengê ku bilbil ra ketiye muhbetê, -wekî ku her Kurdek dizane- dengê Feqîyê Teyran e ku yek ji mezintirîn helbestvanên Kurd e. Helbestên wî yên bi Kurmancîyeke zelal hatine nivîsin, di nav mêjîyê Kurdan ra herikîne û hatine heta vê rojê.
Naveroka helbestên wî tesewûf, felsefe û evîn e. Ez gelek şaşwaz bibûm ku di helbesta "ey av û av" de dema Feqî ji avê pirsan dike av xwe li gor felsefeya Thales pênase dike. Dîyar e ku Feqî, zanayekî dema xwe bû jî. Ew li ser jîyan û hebûnê diramî, dixwest bigihêje heqîqetê.