Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Dîwana Osman Sebrî

Osman Sebri

Dîwana Osman Sebrî Gönderileri

Dîwana Osman Sebrî kitaplarını, Dîwana Osman Sebrî sözleri ve alıntılarını, Dîwana Osman Sebrî yazarlarını, Dîwana Osman Sebrî yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
ZOZAN
Zozanê me bilind in Tev bi zevî û gund in Di wan hene avên sar Jêkênabin ber û dar Raxerên wan gulçîçek Teyr û tû tê de lek bi lek Havînan em diçin wan Tevî koç û pez û gan Derbas dikin rojên germ Li ser wê nefela nerm Dilîzin her direvin Heyanî koç dakevin Dema çiya dibin sar Payîz dibe em tên xwar.
Zîmân
Dil pir dixwaze ku Hêvî hêviya kurdanbe, Di warê ziman û zanistî her xwedî şanbe, Zaravayên me bighîne serhev di pêşende, Kurdan nehêle di nava cihanê şermende, Heya bi îro em tenê bê zar û ziman bûn, Di nava gelan pir bi şûnda gelek nezanbûn, î ro jî dibînim gelek xwendayên me kurdan, Gelparêzin ew haya wana nîne ji ziman, çawan bê ziman gel di cîhan tête parastin? Bi çi lebatî maf û rûmet hatine xwestin… Tenê bi ziman mirov cuda bûye ji dehban, Pê xwend zana bû firiya xwe gihande ezman Lewre divê em ji bo ziman xwe biwestînin, Heya bikarin kurdan ji tengiye derînin, Bijîn kesên kû ji bo ziman dikin xebatê, Ew in berê gel diguhêzin rêya felatê. 20.01.1984
Reklam
Xanimê
Ya reb tu tenê li min bi yarbe, Ev dinya bila li ser min barbe, Tu şînê bide min ez nawestim, Dê hezar salî welê rawestim, Heşt salin te xistim bin vî barî, Ez kirim dergehvanê vî arî, Ne min dikuje ne min dijîne, Her dem dilê minî bibirîne, Gava dibare weke xunave, Dema diêşe jana zirave, Kela gihanê li min didêre, Dil û hinavan li min dihêre, Herçiyên ko weke min bîne dîn, Her demê dixwazînin cegerxwîn, Derdê min hemû di dil dimîne, Li lewre holê timî bi birîne, Ez kurmê evînê dil sotîme, Kurdmancekim bendeyê Xanîme, Min can felata hemû Kurdane, Li nik şîna te gelek hêsane, Ez cendekekî bê dest û pême, Dil ketî û serxwoşê vê rê me, Yan derdê min bêxe gora şînê, Ya hin zêdetir bide min vînê, Da bikaribim liber xwe ragirim, Dilê xwe yê xêr hedî hê dagrim.
Tedbîra Mişkan
Li welatê Mêrdînê, di nav gundê Cilînê, pisîkekî xurt û şeng, bûbû xudan nav û deng. Mişk nehiştin di malan, giş revîn qul û çalan.
Sitî
çiqas bextê me reş û kirête, di nava cihan, Nemane bindest û pepûk û reben ji xeynî Kurdan. Jibo azadîhemî şerr dikin çi reş û çi zer. Her car bi rengek em tên xapandin dûvik û terî, Bê nav û rûmet di nav lingan xwelî û herrî, Gelek dikêşin bi dilfirehî zîneta neyar, Ji lewre em bûn Kole û kolî ji bo kolîdar… Lê ji bona hev gelek jêhatî wek baz û
Serê Şer
Bûye meselok di nava kurdan “ Kûzê ji axê nagre ava zêr, Cendekê pisîk navê serê şêr”. Mîrekî kurdan xwedî nav û deng Bi xwedî dikir şêrekî çeleng Li ber dilê mîr gelek xoşewîst şêr jî hezdikir ji xudanê xwe Sipartibû wî dil û canê xwe Carekê da pê kovîkî sitûr Di tirang de ket nav gelîkî kûr Pîjekî pir tûj qefsing jê kun kir Dilê şêr hingavt di
Reklam
Şerê Elo
Digot: “ bira tu zanî, min şûr nîne di kalan. şikestîbû di cejinê, berî vê bi du salan, Lê naxwazim bê gotin, Elo maye destvala, Wî ne şûr û ne mertal, di nav koma hevala, Bi kêr nayê dizanim, bi vî gordî nabe şer, Lê divê tu bawer bî, pê dixapin gelek ker, Min navê pê biçim şer, tol û dozan hilînim, Lê naxwazim tucaran, ji dawetan bimînim, Goşt û birincê bixwum, têkevim nav şadiyan Eger em baş binêrin, îro di qada welat, Gelek Elo tên dîtin, bûne nandozê xebat, şûrê wanê piştbiderz, bi yek derban şikiyan Ji qada şer derketin, li ber dijmin reviyan, Bi navê gel daxivin, di quncikan sergiran, Xwe nadin cihê bitirs wek qeşmerê pehlewan Di çav wan de ku xebat, tenê bikin dirredirr, Gava hinek têkoşer, di rêya gel biwestin, Ji bo daxwazên Kurdan li pêş neyar rawestin Xwedî gordên şikestî, bi bêbavî û derew, Zû dirêjî wan dikin, pê de dikin rewerew, Rojê li ber derîkî, dê biçêrin bixwun nan,
Serdarê Serbilind
Serdarê bilind gel te gîhand warê azadî, Têkoşîna te da wan îro rûmet û şadî, Neh salan digel dijminê bêbext û sitemkar, şer bû bê eman, agir di ezmên de dihat xwar, Bombeyên napalm rêl û devî tev şewitandin, Van bûyerên han nedikarîn baweriya te Bi serdestiyê rahêjînin, hişyariya te Destê te wekî destê Mûsa bû rêberê wan Pêşmergeyên te, Xwedê heye, yekrû lehengbûn Di nava cihan xwedî suhun bi nav û dengbûn Holê te gîhand keştiya gel saxa aşîtî Wek bavê dilovan te li wan kiriye xwedîtî Bijî ji bo gel, her tu bijî Serdarê Kurdan Bijî serbilind gewreyê Kurd di nav Kurdistan.
Serbilind
Rabe xortê ser bilind roya me wa hilat, Guh bide dengê Kurd tê ye ji rohilat, Guhdarî têrnake, divê em xort û kal, Bi xebat, bi tebat tê bidin can û mal, Canê me bo welat gorî ye her û her, Destê me bi qelem, xencer û şûr û çek, Em hemî yekraman, Pêkhatî lek bi lek, şoreşê geş bikin, vejînin xortê şeng, Dakevin qada şer bi halan, qîr û deng, Wek lehî di çiyan bi êrîş bêne xar, Damalin neyaran, perçekin tar û mar, Ala xwe hilvedin, hilvedin ber bi jor, Pêl bide şev û roj, gewr û zer, kesk û sor, Sond dixwum bi rûmet, bi welat û yezdan, Dê bijîm serfiraz, serbilind di cihan. 1959
Qelsok
Qelsok, ji bo çi hinde tirsok û newêr î ? Hingavt dilê te tirseke xurt çavdaye jêrî ! Gava hinekî teng dibe dinya li serê te, Tête guhartin ji rêya rûmetê berê te, Tirsîn di cîhan ne rêya gîhan û felat in, Xurtî, mêranî, her gavê dermanê xebatin, Tirsê tucaran kes negîhand warê azadî, Bizdok, bêzirav tênagêhin ka çiye şadî,
56 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.