Xwendevanê/a hêja,
Ev pirtûka di destê we de, ked û xebata pênc salan e. Bi awayekî serpêhatî, sosyolojîk û dîrokî ji bîst kilam û qewimînan pêk tê. Bi armanca xebateke arþîvî bû kitêb û heger Yezdanê Dilovan hêz û qewet bide, wê xebatên bi vî rengî wekî rêzepirtûk bidome. Kitêba mijara gotinê, jêderka xwe ji zargotin, dengbêjî û stranbêjiya kurdewar wergirtiye. Lewre jî rol û giraniya dengbêjên ji çar aliyên welêt zelal û berbiçav e. Ne ji dengbêjên wekî Gerabêtê Xaço, Zahiroyê Mûþî, Bekirê Îdirê, Zilkûfê Erzeromî, Cahîdoyê kurê Hiseynê Mûþî, Kazo û Salihê Qubînê bûya, wê ev pirtûk nehata pê. Lewre jî di serî de Salihê Qubînê ko di tevahiya kilaman de jê sûd hatiye wergirtin, spasiyên xwe pêþkêþî dengbêjên navborî dikim û xwe li ber van harddîskên edebiyata klasîk a kurd ditewînim.
Her wiha rehma Xwedê ji dengbêjên bi navê Xalê Birê (Birahîmê Newrozî), Þikrî Îzol û Hiseynê Mûþî re dixwazim ko keda wan jî di vê berhemê de heye.
Li hêla din, di warê teknîkî de xweþhaliya xwe ji bo ked û xebata mamoste I. Îþler û Aysel Çetînê tînim zimên û yek bi yek spasiyên xwe pêþkêþî hevalên xwe yên Rojnameya Azadiya Welat, Kovara Jiyana Rewþen û Înstîtuya Kurdî dikim...