Şerha Dîwana Melayê Cizîrî

Gerdeniya Gewherî

Mela Ehmede Zivingi
Kû van letîfan gul'izar şûna gulan restîne xar Lew tên ji bilbul ah û zar nêva cihê gulzarê çerx Şîrove: Ka ew bedewên nazik î çehregul li kû ne, ku li şûna gulan strî şîn bûne û ji ber vê jî di nav baxçeyê gulan yê çerxa felekê de axîn û zarîna bilbulê evîndar e. Melayê Cizîrî Jêrenot Kû: li kû Letîf: nazik û bedew Gul'îzar: çehregul, gulçehre Restîne: şînbûne, çêbûne Xar: strîn, dirî Ah û zar: axîn û zarîn Gulzar: baxçeyê gulan, gulbaxçe Çerx: dinya
Gerdeniya Gewherî
Gerdeniya Gewherî
‘Îd e û herkes ji dîdara te lê pîroz e ‘îd Ez tinê mehrûmê dîdar im bi sed menzil be‘îd ‘Îd e û da ‘alemê bangê sefayê xas û ‘am Mahê new ebrû numandin çû ji ber ‘ewr û xemam ‘Îd e û mîrê me îro dergehê lutfê vekir Go Mela hingî bixwazî dê bidim bes tu bixwaz Wek Melê gavek tinê xayib ji dîdarê nebim Wer bibim wê sa'etê lê bin ji min da sed selam Melayê Cizîrî Jêrenot Be‘îd: dûr Menzil: qonax Xas û 'am: giregir û xelk Mahê new: heyva nû Xayib: winda
Gerdeniya Gewherî
Gerdeniya Gewherî
Reklam
Şîrê elmasî kişînit tu ji lami' de xeber Vekirit huqqeyê yaqûtî ji gewher meke behs Şîrove: Dema dildar berê xwe da me û bi çavên xwe yên rohnî li me nihêrt hingê tîrêj û çiriskên çavên wê tîrêj û rohniyên birûskê winda kirin û dema ew mijûl bû peyvên wê jî nirx û giranbihayiya gewher û yaqûtan ji holê rakir. Melayê Cizîrî
Gerdeniya Gewherî
Gerdeniya Gewherî
Ne ku wek teyr ji mujên te bibarin peykan Ji birînên di dilê şubhetê xerbal-i çi hez Kurtemane: Ger sertîrên(peykanên) ku weke refên tilûran li dilê me bên reşandin ne ji bijangên(mujên) te bin, çi para me di birînên wî dilê weke bêjingê(xerbalê) qulqulkî de heye? Melayê Cizîrî Jêrenot: Teyr: refê tilûran, refê balindeyan Muj/muje: bijang, mijûlank Peykan: tîr, sertîr Şubhet: mîna, weke, fena Xerbal: bêjing, moxil
Gerdeniya Gewherî
Gerdeniya Gewherî
Rind î bi xwe qend î we şêrîn î we şepal î Qenc î û bi xenc î û bi naz î û delal î Mehbûbê li text î û bi rext î bi xwe bext î 'Umrê te me ra bit sed û deh salê hilalî Melayê Cizîrî xenc: xwe delalî kirin, naz qend: şekira lib lib
Gerdeniya Gewherî
Gerdeniya Gewherî
Reklam
100 öğeden 21 ile 30 arasındakiler gösteriliyor.