Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Helbest

Ji Dûriyê Re

Berken Bereh

Ji Dûriyê Re Gönderileri

Ji Dûriyê Re kitaplarını, Ji Dûriyê Re sözleri ve alıntılarını, Ji Dûriyê Re yazarlarını, Ji Dûriyê Re yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Her kes ji gilîkirina birîna xwe hez dike Her çivîk baskekî birîndar li pey xwe dihêle
EW BAJAR
I Bajar Ax ew bajar! Savarek rijî ye êdî Xewneke kêm xwê Dengê evîndaran jê vederbûyî. Mizgeftek bê sofî
Reklam
De were
roj bihurin demsal, sal çend caran kulîlk vekir darbehîvê heyvê xwe çend caran nû kir nayê jimartin mehrûmê tu nehatî! ne şêx ne mişayix ne axa ne beg qeşmerek nema min xwe neavêtiyê tu cardin nehatî! temen tirş rû tijî kirş bajar hejar û jar ma min efareya te jî xwar yar de were! de were! jiyanê li min bike bihar!
Bênder
li bin heman esmanê ji kederê min bawerî anî bi rastîyê, bi qasî derwêşekî zikir kir bi qasî rêwîyekî meşîyam nebûm kelem li pêşîya ronahîyê girîyam li kêlek dayîka berxê xwe diyarî axê kirî bavê destvala vedigere mala xwe li ber êvaran û bûm şirîkê hest û hêrsa xortê mêrxasî û dilpakîya xwe ji xwe re kirîye taştê û firavîn û min dît ruhê xwe yê di miqama işqê de di nav ferhenga cîhanê dinimîne de tîpek im li hevala xwe gerîyam di dengê xwe yê gurr de li olana xwe ya bi nalîn min di jûrên bi keder de veşart xewnên xwe yên xeternak ey rêberê xweşkelamê dê bibînî dema hatim derenca ewil ya dadgeha adilane ku min dilek ji hevrîşim danaye li ser gulê û min ji dil û can gotina xwe got bi sed kul û derd bêndera xwe rakir û min bê xeyd û tirs deftera xêr û guneha amade kir berî ku sûretê min spî bibe
An Na
li hêsirên çavên te xewnên min dilikumin an na min dê bi derba ewil ji qurm hilkira dara bêdengiyê ji bajêr û bi xwîna xwe paqij bikira gemariya li kolanên te çend car in diqelêşin dengê min hovemirov li çend kolana kenê min hate rûçikandin her ku dibezim melûliya te dibe kelem destên min ji xemsariya te diqefilin ne jiyam ji zivistanê pê ve
"wek qaşilê dareke hişk e jiyan."
Sayfa 15 - AvestaKitabı okudu
Reklam
Dünya barışı için bütün politikacıları öl*ürün. Halklar birbirleriyle anlaşır zaten.
Dawî.
"ev çîrok jî bi dawî bû, wek bihara li ser soza xwe nesekinî."
Sayfa 90 - AvestaKitabı okudu
32 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.