Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Kurdistan û Kurd

Ebdurrehman Qasimlo
9.2/10
5 Kişi
31
Okunma
6
Beğeni
1.283
Görüntülenme
Kurdistan û Kurd – Lêkolîneke Siyasî û Aborî, heştemîn pirtûka Lîsê ya rêza bi navê Lêkolînên Kurdewar, li ser rewşa Kurdan a siyasî û aboriya Kurdistanê ya beriya sala 1965’an e, ku di vî warî de çavkaniyeke serekî ye. Çîroka çapbûna Kurdistan û Kurd – Lêkolîneke Siyasî û Aborî dûr û dirêj e, ku nivîskar Qasimlo bi xwe dibêje, “Min bi pêşniyarkirina hevalekî, di sala 1957’an de dest bi nivîsîna pirtûkê kir û pirtûk di sala 1962’yan de ji bo çapê amade bû.” Tê zanîn ku pirtûk cara pêşîn bi Çekî hatiye nivîsîn, lê çapa wê ya yekemîn bi Slovakî di sala 1964’an de derçûye. Paşê li Pragê û li Londonê du çapên pirtûkê yên bi Îngilîzî derçûne. Çapa pirtûkê ya bi ‘Erebî cara pêşîn ji ber çapa wê ya bi Îngilîzî derketiye. Bi dû re, pirtûk di sal û deverên cuda de bi gelek zimanên wek Polonî, ‘Erebî, Îngilîzî, Tirkî, Kurdî (bi Kurmancî û Soranî) çap bûye. Nivîskar Qasimlo bi hûrgilî li ser rewşa aborî û siyasî ya her parçeyekî Kurdistanê rawestiyaye û daneyên balkêş pêş me kirine. Dema ku mirov berhemê dixwîne, ji ber hînbûna tiştên gelekî balkêş û girîng kelecan li mirov radibe. Nivîskar mijarên wekî çem, deryaçe, daristanên û xwezaya Kurdistanê, serjimar, dîn, ziman û wêje, xwendina Kurdan, dîroka Kurdistanê ya kevn û nêzîk, dabeşbûna Kurdistanê û encamên dabeşbûnê, peywendiyên Kurdan li gel cîranên wan, siyaseta dagirkeran li ser Kurdistanê, têkoşan û serhildanên Kurdan, li her parçeyî, ji her aliyî ve rewşa Kurdan, xwedikirina pez û dewaran, cotkarî, çandinî, li Kurdistanê dîroka milkiyetê, milkiyeta axê, nîvekarî, hilberana pêtrolê û berawirdkirina pêtrola Kurdistanê li gel a welatên cîhanê û gelek babetên din têr û tijî û bi hûrgilî rave dike û heldisengîne. Pirtûk, li ser aborî û rewşa siyasî ya Kurdistanê be jî, di beşa pêşîn de behsa erdnîgarî, dîn, ziman û wêje û dîroka Kurdistanê dike. Di behsa dîroka Kurdistanê de, ji aliyê aborî û siyasî ve gelek daneyên balkêş hene. Nivîskar di vê beşê de bi gelemperî li ser dabeşbûna Kurdistanê û rewşa van parçeyan rawestiyaye. Wekî din, di vê beşê de, bi behsa gelek bûyer û mijarên curecur re, behsa serhildan û bizavên Kurdan ên wê demê dike û li ser sedem û armancên wan radiweste. Beşa duyemîn bi hûrgilî behsa aboriya Kurdistanê û çavkaniyên wê yên li ser û binê erdê (bi taybetî jî behsa pêtrolê) dike. Dîsa di vê beşê de yeko yeko, li kîjan parçeyê Kurdistanê rewşa aborî û civakî çawa ye, vedibêje. Beşa sêyemîn a pirtûkê li jêr serenavên wekî Karakterê Taybetî yê Meseleya Kurd, Rewşa Niha ya Kurdan, Cihêbûnên Neteweyî yên Kurdan, Karakterê Xebata Rizgarîxwaziyê ya Gelê Kurd û Mafê Qedera Xwe Bi Xwe Tayînkirina Neteweyan behsa Pirsa Kurd dike
Yazar:
Ebdurrehman Qasimlo
Ebdurrehman Qasimlo
Tahmini Okuma Süresi: 8 sa. 16 dk.Sayfa Sayısı: 292Basım Tarihi: 2012Yayınevi: Lis Yayınları
ISBN: 9786054497492Ülke: TürkiyeDil: TürkçeFormat: Karton kapak

Yorumlar ve İncelemeler

Tümünü Gör
292 syf.
7/10 puan verdi
·
16 günde okudu
Kurdistan
Mehrdad ızady ve Martin Van Bruinessen'in kitaplarıyla beraber karşılaştırmalı olarak okuyabilme şansı yakaladım. Güncel bilgiler ışığında biraz eksik kalabilir çünkü 1960 da yazılan bir eser. Genel olarak dönemin sosyolojik yapısını ve Kürdistan üzerindeki uzun ekonomik araştırmasından dolayı çok değerli bir eser. Dönemin fikirlerinin ( emperyalizm, kapitalizm vb ) daha sonra gelen örgüt ve kuruluşları ne kadar etkilediğini görebiliyor insan.
Kurdistan û Kurd
Kurdistan û KurdEbdurrehman Qasimlo · Lis Yayınları · 201231 okunma
Reklam
100 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.