Ez dinêrim dunya çawa bêyî min digere û her tişt weke xwe, wek dema ez hebûm, dimeşe. Tenê ez heliyame, dawerivîme, nemame. Çi êşeke mezin e gava ku tu dibînî hebûn û tunebûna te ne tiştekî kêm dike ne jî zêde dike.
Erê, Leto, ji xelkê we ye ku dilê dînan tuneye. Nizanin ku yên wek te mala bavê mirov dişewitînin. Agir berdidin hestiyê heftê û heft bavên mirov. Mirov dîn dikin û berdidin çolan.