Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Mijarên Mîqro

Çiya Mazî
0/10
0 Kişi
Okunma
Beğeni
101
Görüntülenme
Çiya Mazî'nin eserî ve 2. Öykü kîtabi Mijarên Mîqro 14 öyküden oluşmaktadır. Öyküler genellikle kürtlerin bulunduğu yerlerde insanlar ilişkileri, insan ve devlet ilişkilerini konu edinmiştir. Pirtûka Çiya Mazî ya 2'yemîn e Mijarên Mîqro. Ji 14 çîrokan pêk tê. Çîrokên vê pirtûkê bi piranî li cihê ku kurd lê dijîn hatine holê. Têkiliyen mirovan bi hevdû re û bi dewletê re bûne mijara çîrokan. Ji çîrokek pirtûkê: (EM) Em bist û sê heb bûn di qawişekê de. Di îloneke nermijî de, em ji bo tawanbariya "li ber erka hingizîn serî hildan" hatibûn girtin. Pir li me xistin û tiştên nemayê bi me kirin. Ji bo ku me tiştek nexist stuyê xwe; me mîz vexwar, me mişkê sax xist devê xwe. Çiçik û guliyên yarên me rê me dan, me got "bila em bimirin, ma çi xem e." Em nepeyîvîn, ji bilî yekî ji me; li me mikur hat û hezar buxtan xist stuyê me. Bû sîxurê nava me û ezabê qawişa me. Em newêrîbûn bipeyîvana. Wî peyvên me dibir ji wan re, wan jî dihûnandin û filîm jê çêdikirin li navendê. Diviyabû em xelas bibana ji wî yê ji me. Bi rojan em fikirîn ji bo çareyeke xelasbûna ji wî. Tiştek tunebû ku me jê xelas bikira. Rojekê me biryar da; ew ji me çêbûbû, diviyabû tiştekî ji me ew biqewiranda. Me got: "bidin hevdû kêç û sipiyên navran, doxîn, doşek û lihêfên xwe." Ne zahmet bû sipî hevdan. Di du rojan de me da hevdû, ji xwe, ji porên xwe, ji bin çengên xwe. Bi xwe dibûn top li nava paçikekî. Me şevekê ew topa spiyan, bi fenekê xist nava nivînên sixurê xwe. Carekê çû lê cardin şandin, me çalakiya kêç û sipiyan dubare kir. Cara sisiyan çû û hew hat. Me xwe ji wî kurmê bedena xwe xelas kir û em keniyan roja ku cara dawî çûbû ji nava me. (Tanıtım Bülteninden)
Yazar:
Çiya Mazî
Çiya Mazî
Editör:
Hüseyin Gündüz
Hüseyin Gündüz
Tahmini Okuma Süresi: 2 sa. 42 dk.Sayfa Sayısı: 95Basım Tarihi: 2009Yayınevi: Do Yayınları
ISBN: 9789944108690Ülke: TürkiyeDil: Kürtçe

Yorumlar ve İncelemeler

Tümünü Gör
Henüz kayıt yok
100 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.