Sözler ve Alıntılar

Tümünü Gör
Beg nêzikî wan bû û got -lawo dar li ser Koka xwe şîn dibe..
Min goreya xwe hilda û çûme hêşiya kon, min kaxiz vekir, lê nihêrî, bi rastî jî destnivîsa wî ye. Huba hezkirinê ew qasî li cem min pirr bû ku min nikaribû ew bixwenda, paşê min quweta xwe berhev kir û dest pê kir xwend. Hema wî di rêzên pêşîn de nivîsîbû: "...Emrê min gihiştiye eskeriyê, ez gerek herim borcê xwe yê bajarvaniya Sovyetiyê biqedinim. Sê rojan û bi şûn de, ez ê herim di cêrgeyên Ordiya Sovyetiyê de qulixê bikim. Ez fikra xwe ya kutasiyê ji te re dibêjim...Ez bengî me, ez bengî me, li ser qîza Ebdilxaliq bengî me... Ev gotina min e, teweqe dikim cabekê bide. Sibehê ez li ser Kaniya Şahbûlaxê li hêviya te û caba te ya nivîskî me." Xanimzer sekinî, kesereke kûr xwar, li qîzan nihêrî û dîsa dest pê kir: –Ez gelekî kûr û dûr fikirîm û dîsa hatim ser wê fikrê, lê ez rast bibêjim, dilê min gelekî di wî de hebû. (Qiz keniyan û destên xwe li hev û du xistin, bi hev re gotin, "Bimbarek be! Pîroz be!) Min jê re wiha nivîsî: "Oxir be ji te re, delaliyê min. Here bi serfinyazî borceyê xwe yê bajarvaniya sovyetiyê biqedîne û sax û silamet vegere. Ez jî li kûlîlka mala Evdilbarî bengî me."
Reklam
Wexta ku wê kilama xwe xelas kir, bû tîqîniya qîzan, gişk bi wê keniyan, gotin: -Weyla rûyê te li min bûyê, bi rastî jî keçik e bengî ye. Seyranê gazî kir: Lê... lê... lê... gelî qîzan, werine vir, topî dora Xanimzerê bibin, bê ew çi dibêje. Tê bibêjî keçik ketiye nava huba evîntiyê. Keçikan Hoy Narê gotin, li dora wê lîstin. Qîzan bi hev re, hinekan jî di dilê xwe de digotin, "Gelo hezkiriyê wê kî ye? Layîqî wê ye, yanê na? Kurê kî ye? Bedew e, yanê na? Şivanê kolxozê ye? Eskerê Ordiya Sovyetiyê ye? Bilûrvan e? Pale ye? Kî ye hezkiriyê wê?.."
Çimkî li kû derê rastî heye, li wê derê xapandin tune ye...
Reklam
100 öğeden 11 ile 20 arasındakiler gösteriliyor.