Divê qedexeya li ser xêzkirinê û resîmê rabe. Lewra ji bo berhemek (pir, balafir, ...) were çêkirin divê pêşî were tesewirkirin/dizaynkirin û divê prototîp were çêkirin piştre ya birastî bê çêkirin. Ev hemû jî bi saya xêzkirinê çêdibin. Naxwe êdî wext hatiye ku alimên me di van şert û mercên îroyîn de di mijara resîman de şîrovene mus- pet û nerm bikin.
Mewlana Celaleddînê Romî bi vê mêtafora pergel pêyameke xweş dide:
“Bila piyê pergelê bi derzî sabit be di dînê min de, lê bi piyê din ez di nava heftê û dido qewmî digerihim."
Ji vê mêtaforê em fam dikin ku hem çand, ziman û baweriya xwe biparêzin û hem jî divê ji dewlemendiya medeniyetên din jî em îstîfade bikin. Yanî divê em hem herêmî bin û hem gerdûnî bin. Divê em ji bîr nekin ku ji bo hemû mirovan Xwedê îlham-i îlahî pompe dike. Lewra muhtemel e ku ji her derên dinyayê însanên baş hebin û tevger û kirinên wan jî ya baş bin...