Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Nûbihar Dergisi - Sayı 166

Nubihar Dergisi

Nûbihar Dergisi - Sayı 166 Gönderileri

Nûbihar Dergisi - Sayı 166 kitaplarını, Nûbihar Dergisi - Sayı 166 sözleri ve alıntılarını, Nûbihar Dergisi - Sayı 166 yazarlarını, Nûbihar Dergisi - Sayı 166 yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
96 syf.
10/10 puan verdi
Dosya: Medyaya Civakî
Ji jimara 166an a kovara Nûbiharê merheba! Wek pêşgotina edîtorê kovarê brz.Suleyman Çevîk gotî; ez jî gelek bextiyar û şanaz im ku bi xwendineke serûbinî a kovarê li pêşberî we me. Belê, di vê jimarê de jî dosyayeke têr ê tuje amade kirine, navê dosyayê wek sernav de min nivîsiye; "Medyaya Civakî" ye. Dosya bi edîtoriya Ahmed Kanî
Nûbihar Dergisi - Sayı 166
Nûbihar Dergisi - Sayı 166Nubihar Dergisi · Nûbihar Yayınları · 20243 okunma
+2 Romana şêrê çiyayên Pîranê: Jiyan û têkoşîna Şex Evdirehîm / L.Polat
Dawî ez dixwazim vê bibêjim; ev roman bi hest û ruhê netewî, bi hestên kurdayetî, bi parastina zanîna doza netewa Kurd û Kurdistanê hatiye nivîsîn. Romaneke antî kolonyalîst e, li hemberê dagirkeriyê ye. Romana têkoşîna lehengekî Kurd ango têkoşîna Şêx Evdirehîmê gorbihîşt e. Divê xwendevanên Kurd vê romanê bixwînin.
Sayfa 94 - Nûbihar
Reklam
+1 Romana şêrê çiyayên Pîranê: Jiyan û têkoşîna Şex Evdirehîm / L.Polat
Di romanê de zalimî, zilm û zordariya yuzbaşî Elî Barûd tê qal kirin. Bapîrê min jî tim behsa vî fermandarê Tirk ê zalim û xwînxwar dikir ku çawa li navçeya Licê li xelkê zilm kiribû. Vebêjê romanê ji bo yuzbaşiyê artêşê weha dibêje: "bi serpiriştiya qumandarên zalim sosretek e ku hatiye serê gel. Yuzbaşî Tahsîn, bînbaşî Elî Barûd, bînbaşî Elî Heyder, Kemalê Dîn, Fikretê Bêeqil, Mistefa Muglalî gelek qumandarên wekî wan, jin û zarokên xwe li welat hiştine, hatine xerakirina welatê Kurdan. Li dora Licê heta nêzî bajarokê Pîranê navê bînbaşî Elî Barûd ji ser zimanan danakeve, her kes behsa wî û zalimiya wî dike... bi ser gundan de digire, avahiyan dişewitîne, sewalan dişewitîne, kesên ku zeft dike gulebaran dike yan jî bi qesetûreyan dikuje... kesên ku dikuje wan jî dişewitîne, gelek caran însanan bi saxî diaxêje nav agir...
Sayfa 93 - Nûbihar
+ Romana şêrê çiyayên Pîranê: Jiyan û têkoşîna Şex Evdirehîm / L.Polat
Romannivîs M. Seîd Temel neynika xwe li A ser demekê digerîne, dîmenên demeke, bûyerên dema nêzîk a parçeyek ji dîroka berxwedana netewa Kurd bi hunera romanê radixe ber çavan. Piştî serhildana Şêx Seîd Efendî li bakurê Kurdistanê berxwedana hevalên wî yên çekdar domiyaye û li gelek deweran li hemberî artêşa dewletê şerê çekdarî berdewam kiriye. Têkoşîna Şêx Evdirehîm di nav gelê Kurd de tim dihat qalkirin, xelkê pesnê mêranî, mêrxasî û lehengiya wî dida, stranbêjan li ser wî kilam, stran digotin. Niha jî têkoşîna wî bi şêweya hunera romanê ji alî hêja M. Seîd Temel ve hatiye nivîsîn.
Sayfa 92 - Nûbihar
Romana şêrê çiyayên Pîranê: Jiyan û têkoşîna Şex Evdirehîm / L.Polat
Romannivîsê berhemkar ku gelek roman û pirtûkên wî hene, hêja Mihemed Seîd Temel li ser jiyan û têkoşîna şêxê têkoşer Şêx Evdirehîm romaneke giranbiha nivîsiye. Roman di nav weşanên Nûbiharê de derketiye. Roman 224 rûpel e. Di berga pêşîn a romanê de wêneyê Şêx Evdirehîm heye.
Sayfa 92 - Nûbihar
++1 Weke Encam:
Em di vê xebata xwe de li ser hin mijar û pirsgirêkên di romana Qasim Pîro a bi navê Lerzê sekinîn. Me dît ku Pîro, bi hesasiyet, bêyî bikeve nav vegotineke ezber û dûrî rihê jinan trajediya jineke têkçûyî, bi zimanekî rehet, herikbar, lê bi devoka Torê vegotiye. Di heman demê de me dît ku serpêhatiyên nivîskar jî çawa dikarin bibin benên hunandina romanê. Bi ser de jî me dît ku nivîskar mêr bê çawa dikare hin parçeyên otobiyografiya xwe bi hostayî li bejna karaktereke jin bifesilîne. Her welê me hin problemên ji romanê re dibin kêmasî jî li gorî zanîn û nêzikatiya xwe şirove kirin. Elbet em dizanin, her xwendin derînên din li hişê me vedikin. Ez welê bawerim romana Pîro hîn gelek caran dê bête xwendin û her di xwendineke nû de dê şiroveyên din lê bêne zêdekirin.
Sayfa 91 - Nûbihar
Reklam
++ Hûrbîniyek li ser Romana LERZê / E.Botî
Nivîskar ji serê romanê heta bi dawiyê (yan jî em dikarin bibêjin, ji binê romanê heta bi serê we) me dike nav atmosfereke bidilêşî, jan, keder û hesretê. Erê, mijara romanê ya sereke trajediya jinekê ye, lê ma wê jinê an jî kesên li derdora wê, yek car tu kêliyên dilxweşiyê nedîtine; ma henekek, tinazek, nekirine; ma cejnek, şahiyek çênebûye? Ev yekrengiya atmosfera romanê bi min rîtma wê lawaz dike.
Sayfa 91 - Nûbihar
Hûrbîniyek li ser Romana LERZê / E.Botî
Roman, neynika civakê ye û pêkan e nivîskar ji otobiyografiya xwe jî hin tiştan bêxe nav herka romanê. Lê carinan ev metafora neynikê dibe belaya serê me û barê romanê giran dike. Lewma em ne mecbûr in vê neynikê li hemî kûçe û kolanên welêt bigerînin...
Sayfa 90 - Nûbihar
Hem nav û hem qamet elîf / H.Tokmak
sorgula baxê wîsalê xemrevînê çavxezalê dermanê ax û melalê hem nav û hem qamet elîf nûr ji qedem heta serî spêda xêrê û fener î an horî yî an jî perî hem nav û hem qamet elîf...
Sayfa 87 - Nûbihar
Payîz / H.Meretoyar
Payîz, Helbesta dilzîz. Payîze ne reng û rûyên ezîz, Çi li Dêrsim çi li Elezîz, Çi jî bêgorên li Çiyayê Helqîs. Payîz, Bêhngera hiznên ku difirin ji lîs, Çi li Sasûn çi li Bedlîs. Payîz, Sewta dengê Evdal, Dilorîne jiyanê Enfal Enfal
Sayfa 86 - Nûbihar
92 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.