Selîm Temo, Di 27'e Nîsana 1972'yan de li gundê Batmanê ji dayîk dibe. Karê wî ; helbestkar, wergêr û akademîsyen e. Bixwe jî di 2009an de li Zankoya Artûkluyê ya Mêrdînê wekî asîstan profesor dest bi hîndekariyê kir û xebata damezrandina Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî bi rê ve bir. Helbest û nivîsên wî bo Almanî, Azerî , Erebî, Flamanî , Frensî, Îngilîzî, Japonî , Kurdî (kurmancî, soranî, zazakî) û Tirkî hatine wergerandin.
Helbestvanê me yê hêja , bi zimanekî xalî û peyvên cuda helbestên xwe nivîsiye. Bi xwe pirtûkên Mehmed Uzun wergerandiye Tirkî, ji bo wê zimanê edebiyata bikar tîne serfiraze...
Ev pirtûk jî navê xwe ji helbesta "sê deng" hildide. Û pirtûkê de helbestên wî yê salên 1992,1993,1994 jî heye. Helbesta jê min hezkir ya diyariyê Abdullah Pêşewi kirîye. Ew jî ;
" hemû dinya ya min be çi dibe
asîman mala min be çi dibe
mam li ber deriyên bajêr
rûçike avahiyan , mehdeyê wan , ez û ew
mertalê min şikestî
devê min qefilkirî
hebim an nebim çi dibe..."
Selîm Temo jî qasî wan nivîskarên me yê Kurd serbilind û hêjaye. Divê em xwendekar jî nivîsên nivîskarên xwe biparêzin û bixwînin...
Xwendin zanînê... Bi zanînê ra bimînin..