bikene gewrê
bila êşên bêcebar şerm bikin
bila dilê sarbûyî germ bibin
tu jî zanî ez xeydokî me ji vî wexti
ji van mirovên nerast
ji van bajarên xerîb
ji van hevokên derew
bikene û dîsa bikene
bila stêrk şewqa xwe geş bikin
bila axên dilşewat kulîlkan vekin
bila nivisên evîniyê werin tijîkirin li rûpelan
bikene û dîsa bikene gewrê
bila dilê min bigihe şahiya rastî