Xatûn - Zembîlfiroş lawikê beyan î
Ez dibêjim tu pê dizanî
Min bo eşqa dil te anî
Lawiko ez evîndar im
Zembîlfiroş - Xatûna min a zerîn e
Qusur li ser te qet nîne
Lê dilêm kesî nahebîne
Xatûnê ez tobedar im
Delalê ez tobedar im
Îşev dilê min firarê laşê te ye
Zîncirê şermê şikandiye
Ka bisekine
Bila firar bike
Ji bo maçkirin û hezkirinê
Ka bisekine
Bila bireve
Ji bo hesretşikandinê
Bajarekî şewitandî
Mirovên kuştî
Der û dorên bombekirî
Evînên qedexekirî
Ev bû jiyana min
Ji ber hezkirinekê
Min dikirin Îsa
Dihatim kevirkirin
Li nava meydanê dadiliqandin
Bi gunehên hezar salan dihatim sûcdarkirin
Ji ber sewdayekê
Li nava meydanê dihatim şewitandin
Civatek bi kuştina min xwe paqij dikir…
Her stran...
Her stran hinekî naskirin e
her stran hinekî hezkirin e
her stran hinekî evîn e
her stran hinekî bêrîkirin e
her stran hinekî êş û birîn e çavreşa min…